Afaf jineke ji xwe bawer e, ku îro mamostiya zimanê Kurdî û nivîskariyê dike. Lê bi têkoşîneke xurt xwe gihandiye roja îro.

Hîn gava nû ji dayik bû, malbatê soz da ku wê bi pismamê wê re bizewicîne. Afaf li hemberî vê li ber xwe da û xwe ji vê zewacê rizgar kir. Ji vê xelas bû, lê zewaceke din a gelekî ew pê êşand, kir. Bi vî rengî qala serpêhatiya xwe ya zewacê kir: “Dema ji dayik bûm, malbata min soz da ku min bi pismamê min re bide zewicandin. Lê belê, ji ber ku malbata min di salên 90’î de Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir, gelekî guherî. Lewma tehde li min nekir ku ez pê re bizewicim. Lê pismamê min ev qebûl nedikir. Bi qasî 10 salan timî zext li min dikir, ji bo pê re bizewicim.

Ji ber wî min nikarîbûm dibistana xwe biqedînim. Dema diçûm dibistanê derdiket pêşiya min û zext li min dikir. Ez neçar mam, di lîseyê de min dev ji dibistanê berda. Lê malbata min û hemû eşîrê destek dida min. Û kirin ku ew dev ji min berde. Min dixwest tevlî nava refên gerîla bibim, lê ji ber ku wê demê tenduristiya min nebaş bû, hevalan nexwestin ez tevlî bibim. Piştre kesê ez ê pê re bizewicim derket pêşiya min. Ez dîsa jî zêde dilxwaz nebûm. Lê malbata min got, ‘tu zane, te pismamê xwe jî nexwest. Eger tu bizewice wê baştir be’. Û ev zewac çêbû.”


‘Ev qedera min e’

Afaf hê di 23 saliya xwe de zewicî û ev zewaca wê 4 mehan dewam kir. Afaf ev yek weke qederê dît û hewl da vê zewacê bidomîne. Lê belê dema pê hesiya ku hevserê wê tiryak û alkolê bi kar tîne, biryar da vê zewacê biqedîne: “Piştî ku em zewicîn, hevserê min timî li min dixist. Nedihişt ez biçim malbata xwe bibînim an jî malbat were dîtina min. Min digot ‘ev qedera min e’ û min hewl da vê zewacê bidomînim. Lê kengî ez pê hesiyam ku hevserê min alkol û tiryakê bi kar tîne, min biryar da wî berdim. Ji ber ku ez ditirsiyam, tiryak û alkolê bide min jî. Ev gelekî giran bû ji bo min.”


3 salan ji malê derneketim

Afaf bi desteka malbata xwe ji zîndana zewacê filitî, lê vê carê xwe bi xwe xist nava zîndanekê. Ji ber vê zewaca demkurt, lê mîna êşkenceyê, derûniya wê têk çû û baweriya bi xwe winda kir. Afal rewşa xwe ya vê çaxê bi wan gotinan tîne ser ziman: “Hem min nikarîbû tehamûl bikim bê çawa zewaceke bi vî rengî kirime, hem jî bi fikar bûm bê civak bi kîjan çavî li min dinêre. Afaf a berê çûbû, li şûna wê yeka nû hatibû. Eger ne mecbûr bûma, min nedixwest ji malê derkevim.

Yekane tişta ku min di wê demê de kir, nivîsandin bû. Min hemû êşkenceyên li min hatin kirin, weke jinekê hest û nêrînên xwe nivîsand. Bi vî rengî min êşa nava xwe derdixist derve. Hemû nivîsên min êş û îsyan bûn. Di wê demê de malbata min û çend ji hevalên min ên zarokatiyê gelekî alîkarî dan min. Ji bo ji malê derkevim, bi tiştekî re ji mijûl bibim çi ji destê wan hat kirin. Gotin ku ev ev zewac ne qeder bû, ne rast e ku timî pê biêşe. Lê belê min dikir nekir nikarîbû xwe ji wê psîkolojiyê derxînim.”


‘Tu jî biçe û tevlî wan bibe’

Piştre birayê wê ji bo wê ji vê rewşê rizgar bike. Rêyek dide pêşiya wê û bi vî hawî Afaf ji nû ve xwe li jiyanê digire. Jixwe Afaf ji zarokatiya xwe ve gelekî hez ji zimanê Kurdî dikir. Birayê wê mizgînî dayê ku Saziya Zimanê Kurdî vebûye û berê wê dide vî karî. Afaf ji bo vê demê dibêje: “Di sala 2011’an de gava şoreşa Sûriyeyê destpê kir, em Kurd jî bi pêşengiya PYD’ê rabûn serhildanê. Ez û malbata min jî tevlî vê bûn. Di demeke bi vî rengî de, rojekê birayê min hat malê û got, ‘Mizgîniya min li te, tu ewqasî ji Kurdî hez dike. Saziya Zimanê Kurdî vebûye. Tu jî biçe û tevlî wan bibe.’


Êdî dibe mamosteyek

Birayê min dizanîbû ez çendî ji Kurdî hez dikim. Tevî ku di dibistanê de ez gelekî serketî jî bûm, ji ber ku bi Kurdî diaxivîm mamosteyan timî min ji dersê derdixistin. Tevî vê yekê jî bi israr min hewl dida bi Kurdî biaxivim.

Tevî ku 3 salan ez ji malê dernetim jî, bê teredût çûm Saziya Zimanê Kurdî ya nû vebû. Li odeyeke biçûk, her kesên serî lê didan dihatin perwerdekirin. Me mehekê perwerde dîtin û piştre, ji ber ku em di pêvajoya şoreşê de ne, mamoste ji me re got ku divê êdî em biçin dibistanan û perwerdeyê bidin. Tevî ku em li dij derketin û me got ku hîn zûye jî, em li dibistanan belav bûn û me dest bi dayîna perwerdeyê kir.

Di nava civakê de jî me li ser Kurdî dest bi lidarxistin civînan kir. Êdî wextê min nema ku li ser bûyerên bi serê min ve hatibûn bifikirim.”


‘Rêbertî û jinan hêz didane min‘

Di roja duyemîn a vî karî de Afaf tevlî xebatên Yekîtiya Rewşenbîrên Rojava bû. Di nava vê demê de bi xurtî xebitî, gelek cihên cuda ziyaret kir û gelek jin nas kir. Afaf anî ziman ku di vê pêvajoyê de jinan gelekî destek dan wê û got, “Her wiha di vê demê de min timî dixwend. Min her tim pirtûkên Rêbertî dixwend. Bi taybetî nirxandinên Rêbertî yên li ser azadiya jinê gelekî hêz didan min. Her wiha min her tim dinivîsand.”



BÊRÎTAN SARYA/ANHA/RIMÊLAN