Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn ya ku di gelek beşan de xebata akademîk dimeşîne ji bo bihara 2016'an jî dest bi qeyda qûrsên havînê kir. Îsal him ji bo zarokan û him jî ji bo ciwanan weke du beş dê di 10 beşên hûnerê de perwerdehî bê pere bê dayîn. Di kursên îsal de ji bo zarok û ciwanan gitar, tenbûr, keman, lîstikên forklorîk ên gel, wêne xêzkirin û girtin, tenê ji bo ciwanan bilûr, sinema û şano û tenê ji bo zarokan jî kursa dramayê dê bê dayîn. 


'Ji çandê dûrketin wendakirina siberojê ye'

Derbarê vê mijarê de cîgira hevşaredaran Nesrîn Keskîn daxwiyaniyek da û got: "Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn çanda Kurdan ji bo bigihîne nifşê nû di warê pêşdebirina perwerdehiya akademik de deriyê xwe li herkesî re vekiriye. 

Her weha Keskîn derbirî ku ji çandê dûr ketin wendakirina siberojê ye û weha pê de çû: "Ji ber vê navenda me ya çandê ji ber ku çand û hûnerê nîşanî nifşê nû dide pir giring e. Ji alî 25 mamosteyên pispor ve li polan perwerdehî tê dayîn. Heta îro ji derfetên navendê bi hezaran kesî fêde girt. Qeydên me ên îsal heta 10'ê Hezîranê dê dewam bike." Kurs ji 11'ê Hezîranê û şûn ve dê bên dayîn." 


 AMED