Li navenda çand û hûnerê a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo pêşangeha tabloyên êşa jinan vedibêjin hat vekirin. Pêşangeh ji aliyê dayika şehîd Şêro Amûdê ve ku di hemleya rizgarkirina Minbicê de şehîd bû Nûrî Elî ve hate vekirin. Di merasîma vekirina pêşangehê de, endamên Hêzên Kurdî “Rojava” û gelek hunermend û hunerhezên herêma Cizîrê amade bûn. Di pêşangehê de 38 tablo hene û êşa jinan û xwezaya Kurdistanê ya dewlemend vedibêjin.

 

QAMIŞLO

 
 

Berpirsê darayî yê DAIŞ’ê hate girtin

Yekîneyên Antî-Teror ên QSD’ê li dijî hûcreyên veşartî yên çeteyên DAIŞ´ê operasyonên xwe dewam dike. Di encama operasyonê de yek ji berpirsên darayî yên DAÎŞ’ê çeteyê bi navê ‘Ebû Rifaa’ hate girtin. Navenda Ragihandinê ya QSD´ê li ser mijarê daxuyaniyek da û got: “Piştî komkirina agahiyên istîxbaratî û şopandinê, aliyên têkildar çeteyê bi navê  Ehmed Mihemed-Ebû Rifaa girtin. Ebû Rifaa wekî berpirsê darayî yê DAIŞ‘ê hatibû erkedarkirin. Her wiha gelek belge pê re hatin desteserkirin ku şaneyên DAIŞ‘ê eşkere dikin. Hêzên me spasiya şêniyên herêmê dikin ku pir ji operasyonê re bûn alîkar.”

DÊRAZOR

 
 

Li Racoyê çeteyek hate kuştin

 

Li navçeya Raco ya Efrînê li dijî çeteyên dewleta Tirk ku li dikanekê bûn bi bombeya destan çalakiyek hate kirin. Di teqînê de çeteyek hate kuştin, çeteyek jî birîndar bû. Li gorî çavkaniyên herêmî, dema çete li dikaneke hêsinan bûn ji aliyê hin kesên nenas ve bi bombeya destan çalakiyek hate kirin. Di encama teqîna bombeyê de çeteyek hate kuştin û çeteyek jî bi giranî birîndar bû.

 

EFRÎN

 
 

10 sivîl hatin revandin

 

Hovîtiya çeteyên dewleta Tirk li Efrînê li dijî sivîlan dewam dike. Çeteyên artêşa Tirk doh 10 welatiyên Efrînê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin. Çavkaniyên herêmî ji navenda Efrînê diyar kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker doh 10 welatiyên gundê Dêr Sewan ê girêdayî navçeya Şerayê revandin. Di nav kesên revandî de 7 jin hene. Hejayî gotineyê ku di nava 2 rojên derbasbûyî de çeteyên dewleta Tirk zêdetirî 30 sivîlên Efrînê revandin.

 

EFRÎN 

 
 

Li kampa Holê 2 kon şewitîn

Doh li kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê şewat çêbû, di encamê de 2 konên beşa ji bo malbatên çeteyên biyanî hatiye diyarkirin şewitîn. Agir di demeke zû de ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate vemirandin. Endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kampa Holê Siûd Ehmed da zanîn ku şewat ji ber pêkanîna gaza bepor a çêkirina xwarinê pêk hat.

 

HESEKÊ

 
 

Nahêlin dibistanên Kurdî vebin

 

Rejîma Sûriyê li gundê Eqîbe yê girêdayî navçeya Şerawa ya Efrînê nahêle dibistanên zimanê kurdî werin vekirin. Di çarçoveya siyaseta rejîma Sûriyê ya li dijî şêniyan de, hêzên rejîma Sûriyê careke din nehişt ku şêniyên navçeya Şêrawa dibistanên zimanê kurdî li gundên xwe vekin. Şeniyên  gundê Eqîbe yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê li dijî vê helwestê, xwepêşandan li dar xistin û ber bi dibistana gund ve çûn. Şêniyan diyar kir ku ew nahêlin dibistanên bi zimanê erebî jî li gundên wan bêne vekirin.

 

ŞERAWA