Demek hebû, wê demê kuştina Kurdan ji her tiştî hêsantir bû. Xwedê pirsgirêk nede, heke bi kuştina Kurdan ew kêşe safî bibe, di heman demê de Kurd dihatin kuştin. Kes hesab nedipirsiya, an jî wer dihat hesibandin, digotin “tu kes nîn e ku ji kuştina Kurdan hesab bipirse.” Ew dem, dema taritiyê bû. Ew dem, anko dema ciwantiya me, dema mirinê, di heman demê de dema şînbûna hêstiyariya netewbûna Kurd, dema bêhnkirina tam û bêhna Kurdewarîtiyê bû. Ew dem, dem dawîbûna sedsal a 20’emîn bû... Roj bi roj Kurt dihatin kuştin. Roj nediqebiliya ku Kurd neyên kuştin, roj nediçû ava ku darbesta Kurdekî bi trajediya tenêtiya xwe û malbatê xwe ve neyên veşartin, “Giraniya rojan” hê giran bûn ew dem... Dem diqebiliya û qedera civakê jî bi xwe re diqeliband. Ev tenêtî, ev hêsantî, ev erzantiya canê Kurdan, hatibû gihaştibû canê, can rabûbû ser xwe, civak pêhesiya bû ew zilmê dîtibû, ku kuştin hê di ser da dihat. Îja kuştin, bû ço yek li ser Kurdan. Sedsala 20’emîn bêhna xwe ya dawî dikêşya ku, zilma li ser Kurdan dijwartiya xwe hê zêde kir, zilm wek benîştek hat li ser bedena Kurdewariyê zeliqî û berneda...
Lê li vê derê nakokiyek derhat. Zêdetiya zilmê, zêdetiya kuştinê, tenêtiya Kurdan bir, paqij kir... Wek bayek hilda û bir… Kûrd bi zilmê şiyar bûn. Zilm, bû sedema serîrakirinê û kuştin her daxilî jiyanê bû. Vêcar li çiya, li bajaran, li kolan û kûçeyan, li rojname, li dadgehê, li hepsê, anko girtîgehan an jî em bêjin li kêleka zeviyekî, li çolan, li qiraxa rêyekî, hema Xwedê ji bo jiyanê çi erd û çi war afirandiye li hemû wan deran bi laşên mirî ya Kurdan ve hate tijîkirin. Ew zêdetiya kuştinê, bû dawiya hêsantiya kuştina Kurdan. Kurd bi her şiklî, bi her rengî, bi her şêwazî, bi gule, bi teqînan, bi îşkence û bi bombebarandinê hatin kuştin lê, tu çare nebû, kujeran jî bêçare dîtin ku ev dem dema dawîbûna hêsaaniya kuştina Kurdan bû.
Ji ber ku îja Kurd, bi hêsanî nedihatin kuştin. Kes nikaribû, kes cesaret nedikir, kes ew bawerî ji xwe nedidît ku di dilê xwe de hêza kuştina Kurdan bide şixulandin. Vêcar çerx neşixulî birastî jî.. Îro çerx naşixule jî... Îro heke kesek cesaret bike, ku bimeşe li ser Kurdan, êdî zane berdela vê yekê heye. Kurd êdî wisa bi hêsanî namirin jî... Stuyê xwe dirêj nakin li ber kêrên dagirkeran. Êdî Kurd ne berx in û ne jî beranê ber jêkirinê ne. Îro li Tirkiyê, ji bo hêsabdîtinê, belgeyên veşartî, belgeyên ku Kurd çawa bi hêsanî hatine kuştin roj bi roj derdikevin ser masê. Çi ku tu tişt di nav dîrokê de wenda nabe. Her wiha îro jî dema aşkerebûna wê demê ye. Îro dema tirsa dilê, yên kujerên wê demê ye. Niha tirsa mirinê nebe jî, tirsa hêsabdayînê ketiye ji dilê kujerên wê demê. Ez aniha li vir dinivîsim, hun jî bala xwe bidin ser, bila ev doz piçekî kûr be, wek Waliyê Dagirkerî yê (OHAL)’ê Hayrî Kozakçioğlu, dê emê yek bi yek agahiyên întixar kirinan bibihîzin. Ev hişmendiya nehêsanbûna kuştina Kurdan e... Ku ew, xwe bi şiklikî wisa digihînê dilên kujeran...
Kuştina Kurdan
Va çend roj e, li Tirkiyê, li dadgehan, hin belgeyên kevin ya dema 1990 heta 1996, anko dema çeteyên Çîler, Agar, Güreş, Çatli wan kesan tên belavkirin û bi vî belgeyan ve girêdayî hin cînayetên dewletê wek bi awayekî eşkere li ser malperên înternet û li ser rûpelên rojnameyan belav dibin. Gelo çima? Pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd, gelo hê çi tiştên qirêj û lerzîdêr bîne li ber civakê? Gelo hê çi qutiyên Pandorayê heye li ser kuştinên Kurdan, dê were vekirin?