Dadgeha dewleta Tirk a dagirker a Silh Ceza ya Çelêya Colemêrgê, 3 pirtûkên li ser dîroka Kurd û Kurdistanê qedexe kirin.
Pirtûka Chris Kutschera a bi navê “Tevgera Neteweyî ya Kurdan” ku Fikret Başkaya ji Fransî wergerandibû Tirkî û sala 2001’ê derçûbû. Pirtûka din a qedexekirî bi sernavê “Kurd û Kurdistan” a Abdurrahman Qasimlo ye ku Îbrahîm Bîngol ew ji Ingilîzî wergerandibû Tirkî û sala 2009’an derçûbû. Pirtûka din a qedexekirî bi navê “Serhildana 1880’yî ya Şêx Ubeydullahê Nehrî” a Celîlê Celîl e ku Yaşar Abdulselamoglu ji Rûsî wergerande Tirkî û sala 2014’an derçûbû.
Ev her sê pirtûkên hanê jî Weşanên Avestayê ew çap kiribûn. Dadgeha Çelê di 12’ê vê mehê de biryara berhevkirin û qedexekirina her sê pirtûkan daye û biryar ragihandiye weşanxaneyê.
Li navê Kurdistanê nikarin xwe ragirin
Li gorî Weşanxaneya Avestayê gotî, hinceta dadgehê jî jixwe ya dadgeha welatekî dagirker e: “Dibe ku gelan bixe nava kîn û neyartiyê û siberojê mumkin e bibe sedema pirsgirêkên ku neyên çareserkirin, ji ber vê yekê çapkirin, kopîkirin, belavkirin û firotina wan qedexe ye û kopiyên heyî jî bila bêne berhevkirin.” Beriya niha jî Dadgeha dewleta Tirk a Hezexa ser bi Şirnexê biryara qedexekirina 9 pirtûkan, dadgeha Ayvalika Balikesîrê jî biryara qedexikirina pirtûkeke heman weşanxaneyê dabû.
NAVENDA NÛÇEYAN