Lêkolînên Zanîngeha Rojava jiyana wî guherandin

4 Ekim 2022 Salı - 05:59

  • Lêkolînên di modernîteya kapîtalîst de jixwe dikevin xizmeta şirketan. Yanî dikarin civakeke berfireh bixin ber lêkolînê, ji bo xatirê ku zanibin, ka berhemeke dixwazin hilberînin wê bê firotin yan ya. Ev şiklê lêkolînan li Zanîngeha Rojava nîne. Ji ber ku ya sereke li cem me di warê helwêsta beramberî lêkolînê de ew e ku em li pirsgirêkên civakî bikolin û li çareseriya wan bigerin.  
 Ew ê li milê rastê yê pêşî Xelîl Huseyin e

LUQMAN GULDIVÊ

 

Xelîl Huseyin ji xwendekarên Beşê Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê ye û di heman demê de ji mamosteyên beşê ye jî. Wî li Zanîngeha Şamê li Koleja Felsefeyê xwendiye û tecrûbeya wî ya weke xwendekar û mamoste dike ku ew karibe nexasim jî xwendina zanistên civakî û lêkolînên heman beşê li ber hev bigire. Ew yek ji xwendekarên mastirê yê çalak bû di hevkariya Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Bremenê de. Di hevkariya vê havînê ya li ser mijara rizgarkirina ji mêhtingeriyê yan jî dekolonîzasyonê de ew jî tevî 9 xwendekarên din ên beşê bi minaqeşeyên xwe li awirekî nû  yê lêkolînên li ser dekolonîzasyonê tevî xwendekarên Zanîngeha Bremenê geriya. Em li ser cihêtiya zanistên civakî li Zanîngeha Rojava bi wî re peyivîn. Bi ya wî, cihêtiyên esasî elaqedarî armancên lêkolînên zanistên civakî û birêxistinkirina lêkolîn û dersan li zanîngehê ne: Lêkolîn ji bo xizmeta civakê tên kirin û ne ji bo berjewendiyên madî yên şirket, ferdên din yan jî lêkoleran tên kirin; li şûna têkiliyên hiyerarşîk ên mamoste û xwendekaran têkiliyên hevaltiyê tên danîn. 

 

Em bi meseleya lêkolînê dakevin pêşî. Ji ber ku di Dibistana Havînê ya hevpar bi Zanîngeha Bremenê de, me nimûneyên lêkolînên xwendekarên Înstîtuya we jî dîtin. Derfetên we yên lêkolînê çi ne?   

Derfetên lêkolînê hem li ber xwendekaran û hem jî li ber mamosteyan vekirî ne. Lê şeretekî sereke heye, ew jî ew e ku divê mijara lêkolînê girêdayî civaka me be.Yanî em li pirsgirêkên civakê dikolin bi armanca geriyana li çareseriya van pirsgirêkan. Derfetên madî jî li ber me vekirî ne. Yanî hem alavan peyda dike û hem jî çûnûhatinê mumkin dike, heger lazim be. Lê awayê kirina xebatê, bêhtir xweber e. Yanî her xwendekar û mamoste bi xwe bi pirranî çûnûhatinê xwe eyar dike û xwe dide ber mesrefên wan ji bo xatirê ku lêkolîna xwe bibe serî, bi encam bike.

Lê her tim zanîngeh destekê dide lêkolînan, û zanîngeha ji bo vê yekê tiştên lazim peyda dike. Jixwe li Zanîngeha Rojava cihgirek heye ku bi vê meseleya karê akademîk û lêkolînan dadikeve. Lê em nikarin bibêjin di warê lêkolînê de em li Zanîngeha Rojava gelekî xurt bûne. Lewma jixwe projeya hatiye pêşkêşkirin jî wê bi destê xwendekarên nû bê avakirin. Lewma jî di warê zanistên civakî de, zanîngeh bêhtir guhdarî xwendekaran e û derfetan ji wan re peyda dike. Heger ew xwendekar di warê lêkolînê de serketî bin, ew ê li Zanîngeha Rojava bibin pêşeng di warê lêkolînên li Zanîngeha Rojava de. 

 

Lêkolîna li Rojava bi çiyê xwe guhertiye? Mijar, rêbaz, helwêstên beramberî zanistê yan tiştekî din? 

Herçî rêbaz e, em nikarin behsa guhertinên sereke bikin ji ber ku em behsa rêbazên zanistî dikin. Lê mesele mirov çawa radihêje rêbazan û miamele bi wan re dike. Ferq jî di encamê bi xwe de ye. Sermeselê, gava em lêkolînê dikin, aliyê sereke, aliyê exlaqî ye. Lêkolîn ji bo xatirê peydakirina çareseriyekê ji bo pirsgirêkeke civakî tê kirin, ne ji bo xatirê sûd û berjewendiyên madî. Em di lêkolînên li welatên rojavayî yên modernîteya kapîtalîst de dibînin ku ew gava bi rêbazên postkolonyal bi mijarên ciknasiyê dadikeve, ew lê dinihêre ka dikare çawa bi xwe jê sûdê wergire. Yanî mesele dibe xizmeta zêdekirina pere û ya şirketan e. Yanî tiştên heyî jî bi rengê şirketê xuya dikin. Ev lêkolîn jixwe dikevin xizmeta wan şirketan. Yanî dikarin civakeke berfireh bixin ber lêkolînê, ji bo xatirê ku zanibin, ka berhemeke dixwazin hilberînin wê bê firotin yan ya. Ka ew ê çi qas pereyan jê kar bikin mitaleya wan e. Ev şiklê lêkolînan li Zanîngeha Rojava nîne. Ji ber ku ya sereke li cem me di warê helwêsta beramberî lêkolînê de ew e ku em li pirsgirêkên civakî bikolin û li çareseriya wan bigerin. Heger çareserî nebe jî, em rohnî dikin da iku ew pirsgirêk zelal be, darî çava be. da ku hinên din karibin çareser bikin.  

 

Li Zanîngeha Rojava hewldana cihbicihkirina têkiliyên nû yên di navbera xwendekar û mamosteyan de hene, ku dixwazin di lêkolînê de jî têkiliyên hiyerarşîk ji holê rakin. Di pratîkê de ev gelo dibe heger dibe, çawa dibe?

Ez dixwazim weke mamoste bersiva vê pirsê bidim. Ji ber ku ez ji 2016´an ve mamostetiyê jî dikim li Zanîngeha Rojava dikim. Nakokiyeke sereqet heye. Nakokî jî meseleya analîzkirina daneyan e. Her kes bi çavê xwe lê dinihêre. Lê gava ez rola xwe weke pêşeng bibînin, û xwendekarek pêşniyaza rêyan bike, em ê çawa meseleyê çareser bikin. Ev hatiye serê gelek mamosteyên Zanîngeha rojava. Heger me li hev nekir, em çend rêyan pêşniyaz dikin, yên ku em dibêjin, em texmîn dikin bi van rêyan hûn dikarin bigihîjin hin encaman. Hinga xwendekar li ser ya xwe dimîne û bibêje, na ez dixwazin daneyan halo kom bikin, bi rêya xwe analîz bikim. Em dibêjin, belkî tu pê bixetimê. Lê ew gava li ser ya xwe ye, ew bi ya xwe dike û heger xetimî jî dîsa tê cem me. Gava li ser ya xwe israr dike, weke mamoste tecrûbeyên me bêhtir in, em dibêjin, temam, tu weke xwe bike, lê em bi hev re di têkiliyê de bin. Ka em meyzênin wê çawa çêbe. Lewma, heger rêya lêkolînê li ber xwendekar bixetime, em nehêlin li bin guhê dîwaran bikeve û karibe meseleya daneyan sererast bike. Lê pirraniya caran em şiroveyên xwe hal û meseleyê jê re rave dikin û nahêlin ber bi xetimandinê ve biçe. ji bo xat,rê bipêşketina lêkolînan axir bêhtir herdu alî jî li hev dikin.