RÛKEN CEMAL/BEHDÎNAN
Koma Zîlan a ji Rojavayê Kurdistanê tevlî pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.
Li gel êrişên giran û bê navber ên artêşa Tirk a dagirker, li herêmên gerîla pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê dewam dikin. Koma Zîlan a ji Rojavayê Kurdistanê jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê beşdarî pîrozbahiyan bû.
Endamên Koma Zîlan ku du caran serdana çiyayên azad kirin, dibêjin wan silavên şervanan ji gerîlayan re aniye. Ji endamên komê, Selman Îbrahîm dibêje, “Weke Koma Zîlan em ji Rojavayê Kurdistanê hatin. Şervanên gelê Kurd li wê derê tevî şervanên Ereb, Asûrî û Suryanî ji bo azadiyê şer dikin. Silavên hemûyan ji bo gerîla hene. Ji bo cejna vejînê 15’ê Tebaxê em bi kêf û coşeke mezin hatin cem gerîla.”
Îsal coşa vejînê zêdetir e
Ji endamên komê, Mizgîn Mahmûd jî diyar kir ku li gorî salên bihurî, pîrozbahiyên îsal gelekî cuda ne û anî ziman ku ew îsal bi coşeke mezintir tevlî pîrozbahiyên gerîla bûne. Mahmûd silav kir li hemû şervanên li çeperên çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin û cejna hemûyan pîroz kir.
Ji endamên komê Sumeya Muhemmed diyar kir ku ew ji gelek kanton û bajaran tevlî van pîrozbahiyan bûne û got, “Gelekî kêfxweş im û kela canê min rabûye. Nizanim bê çawa karibim van hestên xwe yên kêfxweşiyê îfade bikim. Îro ji bo me rojeke pîroz e, rojeke mîna cejnê ye.”
Em ê têkoşîna xwe bi ser bixin
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlîk jî li merasîma ku Koma Zîlan lê bû, axivî û got, di oxira azadiya çar parçeyên Kurdistanê de ew şehîdan didin. Çewlîk berxwedana heyî weke berxwedaneke bêhempa bi nav kir û got, “Di şexsê fermandarê me Egîd û ji fermandarên me yên mezin hevrê Atakan Mahîr de em hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Gel gerîla weke hêza rizgariyê dibîne. Em jî dibêjin; em hevrêyên Egîdan, Atakanan in. Şopdarên Sara, Bêrîtan û Zîlanan in. Em bi vî ruhî mezin bûn, bi vî ruhî mezin dibin û em ê têkoşîna xwe ya bi vî ruhî bi ser bixînin.”