Di merasîmê de Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr, Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut, Serokê Şaxa Tum-Bel Sen a Amedê Medenî Alpkaya, ji Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê şanoger Omer Şahîn û şanogerên ji Herêma Federal a Kurdistanê û gelek kes amade bûn.
Merasîmê bi xwepêşandana reqsê ya bi navê 'Jenosîst' ku ji aliyê koma Dansa Mezopatmayayê tê pêşkêşkirin, dest pê kir. Di xwepêşandana reqsê ku rastî Roja Reqsê ya Cîhanê de hat de bi reqsa lîrîk Komkujiya Roboskî hate vegotin. Lîstik ji aliyê beşdaran rastî eleqeyekî pir mezin hat. Piştî listîkê Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr plaket da lîstîkvanan. Li ser navê Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê şanoger Omer Şahîn axivî û diyar kir ku mîhrîcan xeyalên 20 salan bû û wiha got : "Ez Şehît Sarya û Şehît Yekta ku di vê têkoşînê de cih girtîbûn, bi bîr tînim. Giringiya şanoyê pir mezin e û divê em xwedî lê derkevin. Me xwest bi mîhrîcanê yekitiya kurdên li çar perçeyan dijîn, çêkin."
Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr ji bo şanogerên ji Herêma Federal a Kurdistanê got "Ev mal mala we ye" û diyar kir ku ew pir dilşad in ku mîhrîcanekî wisa li dar xistin e. Baydemîr, anî ziman ku wan 10 sal berê gotine dê li Amedê mîhrîcanê li dar bixin û ev yek wekî ronesansa gelê kurd nîşan da. Baydemîr destnîşan kir ku wekî şaredariyê Konservatuara Aram Tîgran vekirine û li wir hunermendên ciwan tên perwerdekirin. Piştî axaftinan xelatên di Pêşbirka Nivîsandina Lîstikên Kurdî hatin dayîn. Di pêşbirkê ji Herêma Federal a Kurdistanê Dilşad Husên layiqî xelata 1'emîn, Gezîze Omer layiqî xelata 2'emîn û Dilber Hema jî layiqî xelata 3'emîn hatin dîtin. Juriya pêşbirkê hûnerment Behar Husenî û edîtorê DÎHA'yê û Gerînendeyê berê ya Rojnameya Azadiya Welat Tayîp Temel ku niha li girtîgehê de girtî ye, layiqî xelata mansiyonê dît. Xelata Temel ji ber ku li girtîgehê ye ji aliyê Nûçegîhanê DÎHA'yê Sertaç Kayar hate hilgirtin.
Li merasîmê de Parlementerê Herêma Federal a Kurdistanê û hunermend Dilşad Husên bi xwestina ku bidin malbata girtiyekî ku ji girtîgehê beşdarî pêşbirkê bûye, xelata pereyan a 1000 dolarî da. Xelata pereyan ji bo ragihîne malbatan, dan nûçegîhanê me Sertaç Kayar.
Piştî merasîma xelatan resepsîyon dest pê kir. Di çarçoveya mîhrîcanê de pêşengeha hilberînên kukla û rûpoşan, her wiha kincên şanoyê û afîşên şanoya kurdî hate vekirin. Her wiha performansa lîstikên mankenên zindî jî ji aliyan beşdaran eleqeyek baş dît. Di bernameya îro de lîstika bi navê 'Qefes-Rek' ku ji Duhokê hatiye û lîstika 'Xwedî' (Commedîa Dell'Arte) a ji aliyê Şanoyên Bajarê Amedê hatiye amadekirin dê werin pêşkêşkirin.
DÎHA/AMED