NÛRHEQ GULBAHAR
Di roja me ya îro de, tiştên ku diqewimin vê diyardeya kevn tîne bîra mirov ku dibêje; ‘Pirsgirêkên îro çareseriyên do ne.’ Helbet çareseriya îro jî heke ne çareseriyên mayînde û bi kok bin, çendîn dem di ser re derbas bibe jî, herî dawî wê dîsa weke pirsgirêkeke zêdetir mezinbûyî derkeve pêşberî me. Ji ber vê, pênasekirina pirsgirêkan û hewildana çareseriyê, weke deynekî me yê dahatûyê divê were dîtin.
Pirsgirêka ku di roja me ya îro de, herî zêde germa germ xwe li Rojavayê Kurdistanê nîşan dide, çareseriya ku beriya sed salî, dîsa ji aliyên zilhêzan ve, li derveyî îrade û daxwaza gelên herêmê çawa pratîk bûye û ew di nav cendereyekê de heta roja me ya îro aniye, li ber çav e. Ev axa me ya qedîm a ku jiyan lê difûre, beriya sedsalî di encama berjewendiyên hovane ya zilhêzan û aqlê bi jahr ê sermayedarî de, mixabin li ser mêzên wan, bi xedkêşan hate xêzkirin. Ew xedkêşên ku li ser nexşeyên erdnîgarî, li gorî daxwazên wan çûn û hatin, demeke bi qasî sedsalekê, gelên li ser wê axa qedîm a jiyan lê difûrî, di nav qemîsên hesinî de hincirandin. Di encama vê yekê de li herêmê bi hezar û yek dolaban modela netew-dewlet hate rûniştandin ku bi rastî ev model, bi hizra netewperestiyê jehreke gelekî xurt di nav gelan de belav kir û di encamê de bû sedema gelek pîrsgirêkan. Ji vê serdema bi jehr, em Kurd weke dewlet me xwe birêxistin nekir. Kurdistan di nav çar dewlet netew de hate parvekirin û di encamê de çareseriya ku beriya sedsalî bi Lozan û Syks-Picot hatibû saz kirin, kir ku ji bo me Kurdan pirsgirêka herî bingehîn, pirsgirêka avakirina yekîtiya netewî be. Çarperçeyî ji bo dagirkeran ku bikaribin her hewildanekê binbixînin gelekî guncav bû.
Îro hewildana êrişa dagirkeriyê ya li ser Bakûr û Rojhilatê Sûrî bi navê dewleta faşîst a Tirkiyê pêk tê lê di cewherê xwe de, hewildana nîzama zilhêzan e, ji bo me Kurdan jî dîsa pêwistiya me ya bingehîn raxist ber çavan. Ew jî li çar perçe avakirina yekîtiyê ye. Ji hewildanên ku derketin holê tişta herî dilxweşker, di nav gelê Kurd de, di ruh û can de avabûna vê yekîtiyê ye. Li her devera dinyayê ku yên Kurd lê bûn û li her çar perçeyê Kurdistanê, bi beden û giyanê xwe li derdora Rojava avakirina mertalê, dikare bê gotin ku gelek hesabên ku weke sedsal berê li derdora mêzan hatibû pêşxistin, xera kir.
Ev xwedî lêderketin û daxwaza bi nirx, li Başûrê Kurdistanê di asta herî bilind de xwe nîşan da ku bi rastî jî cihê dilxweşiyê ye. Ji ber ku tê zanîn, beriya du salan, piştî referanduma serxwebûnê ya li Başûrê welêt encam da, dijminên Kurdan hemûyan nakokiyên xwe dan aliyekî û 16´ê meha Cotmehê di nava şevekê de ji sedî pêncî û yek ji axa Başûrê Kurdistan û deskeftî desteserkirin. Axaftinên dijminên Kurd ên ku rûmeta Kurditiyê şikandin, radestkirina bajarê Kerkûkê û navçeyên din, kir ku di nav gelê me yê Başûrê Kurdistanê de li hember partî û deshilatdariya herêmê, bêhêviyek, şikestinek û serobinbûnek derkeve holê. Di nevbera van her du salan de dikarim bêjim ku gelê me yê Başûr, tevizî bû. Ev weke çavdêriyekê xwe li her qada jiyanê, siyasetê, plan û projeyên dahatuyê de xwe nîşan dida.
Beriya çend rojan duwemîn salvegera 16´ê Cotmehê bû. Lê dîsa weke çavdêriyekê dikarim bêjim ku xwedîlêderketina cenga rûmetê û hebûnê ya li Rojavayê Kurdistanê, vê tevizandina gelê me yê Başûr ji holê rakir û gel bi xwe ve hat. Gel li hember duwemîn artêşa mezin a NATOyê berxwedana heyî, di heman demê de xeteriya li ser Başûr, bi şaneyên xwe hemûyî dît û vê berxwedanê bi çalakiyên mîna meş, komkirina îmze, beşdariya banga seferberiyê, kampanyayên daneheva pêwistiyan û bi boykotên malên tirkî pêşwazî kir. Berxwedana li Rojava ku di rewşa berbiçav a Serê Kaniyê û Girê Spî de bilind bû, weke şepolekê li Başûr jî deng veda. Di nav gel de bêhêvîtiya 16´ê Cotmehê şikest, zindîbûnek ji pêvajoya têkoşana peşmergetiya qedîm, ji nû ve derket holê.
Helbet ev berxwedan û helwesta gel di hêla siyasî de jî karîger bû. Li parlementoya herêmê biryar hatin girtin lê helwesta îradeya siyasî bi qasî ya gel ne bi hêz bû û beşdarên çalakiyan, ji îradeya siyasî demildest bi awayekî şênber avakirina yekîtiya netewî xwest û niha jî vê daxwaza xwe dupat dike. Xaleke din a grîng jî, nerazîbûn, çalakî û hewildanên alîkariyê, ji herêma Behdînan bigre heta herêma Soran, bi gîştî li her navçe, nahiye û bajaran derdikeve holê. Ev ruhê ku derket bi drûşmeyan ji her hêzekê re lê zêdetir ji xwe re nîşan da ku yekîtiya Kurd di nav gelê Kurd de heye û li bendê ne ku yên xwe weke îradeya gel dibînin vê yekîtiyê demildest ava bikin û ji cîhanê hemûyî re nîşan bidin.
Di roja me ya îro de em Kurd dîsa di werçerxeke dîrokî re derbas dibin. Ya rast ne tenê ji bo me Kurdan, ev serdem ji bo hemû gelên li herêmê xwedî werçerxeke dîrokî ye ku karibin çareseriyeke wekhev, adilane û mayînde ava bikin. Pirsa grîng ev e: gelo em weke gelê Kurd di vê pêvajoya werçerxî de ku bi ti awayî ne Kurdê beriya sedsalî ne, dê bikaribin yekîtiyekê ava bikin û çarenûsa xwe, xwe bi xwe ava bikin bi gelên herêmê re an jî vê serdema werçerxî ji dest bidin ku zilhêz dîsa li gorî berjewendiyên xwe çarenûsa me xêz bikin?
An go bi gotineke din çareseriya me ya îro wê bibe pirsgirêka dahatûya me yan na?