Li Başûr rewş bi tehlûke dibe
Artêşa Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê hemûyî baregehên xwe bi esker û cebilxaneyê xurt dike.
Li gorî çavkaniyên li herêmê, rewşa li Zînê Wertê ya Qendîlê her diçe bi tehlûke dibe. Herçiqasî PDK da xuyakirin ku ew li Zînê Wertê bi dewleta Tirk re tevnegeriyaye jî îro destê sibê hêzên Zerevan ên PDK'ê bi cebilxane û sîlehên giran derbasî Zînê Wertê bûn.
Li aliyê din, çavkaniyên pêbawer ragihandin ku Artêşa Tirk a dagirker destpê kiriye hêzên nû dişîne baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê.
Di vê çarçoveyê de kesên li ser herêmê pispor dibêjin, wê êrişên dewleta Tirk û PDKê yên li Zînê Wertê û Mexmûrê bidomin. NAVENDA NÛÇEYAN