Hate diyarkirin ku artêşa Tirk piştî çalakiyê herêmê da ber obus û hewanan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku gerîlayan di 28’ê Adarê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek li dar xistine û di encamê de leşkerek hate kuştin.
Piştî çalakiyê topbaran
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çalakî saet di 12.30´an de li dijî Qereqola Şikêr hatiye lidarxistin. HPG di daxuyaniyê de anî ziman ku piştî çalakiyê artêşa a tirk herêmên nêzî qeraqolê topbaran kiriye. Di daxuyaniyê de weha hat gotin: “Di 28'ê Adarê de saet di navbera 08.00-09.00'an de li Herêmên Parastinê yên Mêdyayê li dijî Geliya Komunîsta, Gundê Nêrweh û Ditaza yên bi ser Zapê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankir.”
Leşker şandin qereqolan
Her wiha HPG’ê ragihand ku di 29'ê Adarê de ji saetên sibê ve li navçeya Colemergê Çelê ji aliyê artêşa tirk ve li qereqola Şitaza bi hejmareke zêde leşker hatiye veguhestine û li qereqola Oramarê bi cîh kirine.
BEHDÎNAN