Navenda Jinan ya Çinarê, Meclisa Jinên Rêxistina BDP'ê ya Çinarê û Meclîsa Jinên Şaredariya Çinarê bi boneya piştgiriyê bide gelê Rojava kampanyaya tevkariyê dan destpêkirin û seferberî îlan kirin. Tevkariyên ku ji navçeya Çinarê û gundên wê tên berhevkirin wê ji bo Rojava bên şandin. Kordînatora Navenda Jinan ya Çinarê Fatmanur Altin, diyar kir ku wan weke jinên navçeya Çinarê ji bo alikariya Rojava di 6'ê Tebaxê de bi daxuyaniyê ji bo Rojava kampanyaya tevkariyê dane destpêkirin.
Altin, da zanîn ku wan li ber deriyê Şaredariyê maseyek danîne û alikariyên ku ji aliyê gel tên kirin kom dikin û wiha got: "Me di bin banê Navenda Jinan ya Çinarê, Meclisa Jinên Rêxistina BDP'ê ya Çinarê û Meclisa Jinên Şaredariya Çinarê li ber deriyê Şaredariyê maseyek daniye û alîkariyan kom dikin."

'Divê em li gel wan bin'

Altin, destnîşan kir ku gelê Rojava bi tenê nîne û wiha axivî: "Gelê me yê li Rojava bi tenê nîne. Gelê Kurd gelê Rojava bi tenê nahêle. Em ê bi hemû alikariyên xwe ve li gel wan bin, çi ji destê me bê em ê bikin." Altin, bertek nîşanî helwestên dewleta tirk da û wiha got: "Divê Komara Tirkiyeyê aliyê xwe diyar bike. Dibêjin aştî lê li hemberî gelê me yê Rojava ku sînorên xwe diyar kirine şer îlan dike. Ji bo ku çete bikevin Rojava deriyên sînor vedikin. Ji bo alikarî neçe Rojava deriyan digirin. Çeteyên li Rojava fetvayên qetlîama zarok û jinan helal dibînin, didin. Em rê nadin vê yekê û em ê xwedî li wan derkevin. Ji îro û pêde me ji bo Rojava seferberî daye destpêkirin."
'Pêdîviyên sereke derman in'
Hevseroka Rêxistina BDP'a Çinarê Ayşe Ay, da zanîn ku divê jin fedakar bin û li hember gelê Rojava bêdeng nemînin û wiha got: "Ji bo gelê Rojava pêdiviyên sereke derman in. Ji ber wê jî em giranî didin ku dermana kom bikin. Me pêdiviyên weke birinc, savar, meqerne, nîsk, pînê zarokan, tiştên ku zû xirab nebin komkirine." Ay, bang li hemû gelê Çinarê kir ku piştgiriyê bidin kampanyaya ji bo Rojava hatiye destpêkirin.

DÎHA/AMED