Li taxên Nur, Sur û Cudî yên navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi sedan ciwan hatin cem hev û bi armanca salvegera damezirandina PKK'ê meşên meşaleyî li dar xistin. Di meşan de pankrata "Berxwedan li Botanê, çareseri li Îmralîyê" û "Em salvegera damezirandina PKK'ê silav dikin" hatin vekirin û sloganên "Bijî Serok Apo", "Bi can bi xwîn em bi te re ey Ocalan" û "Ocalan" hatin berzkirin. Bi sedan ciwan bi meşaleyan di nava taxan de meş li dar xistin. Ciwanan di meşan de fîşekên hewayî teqandin û heta Kolana Îdîlê hatin. Ciwanan li wir barîkat danîn û rê li trafîkê girtin.
Piştî demekê polîsan bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan mudaxele li ciwanan kir. Ciwanan li hemberî ava şid û bombeyên gazê yên polîsan bi fîşekên hewayî, kevir û molotofan bersiv dan. Pevçûnan heta derengî şevê berdewam kirin.

Li Bazîdê jî şahî

Rêxistina BDP'ê ya Bazîdê jî bi heman armancê jî li taxa Uluyolê şahî li dar xistin. BDP, TUHAYD-DER û gelek welatî tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de sloganên "Bijî Serok Apo" "Bijî berxwedana zindanan" û "PKK gele gel li vir e." hatin berzkirin. Di şahiyê de govend hte girtin û fişekên hewayî hatin teqandin. Di şahiyê de ji bo tevlîbûna şahiya li taxa Ehmedê Xanî pêktê bang hate kirin. 

DÎHA/ŞIRNEX-AGIRÎ