Li gorî agahiyên ji deverê di encama çalakiyê de gelek polîs hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî qeymeqamê Dara Hênê birîndar bûye.
Di çalakiya li Dara Hênê ya li dijî avahiya qeymeqamtiyê, midûriyeta polîsên Tirk û lojmanên wan polîsan de pêr bi şev çalakiyeke hemwext hat lidarxistin. Çalakî bi çekên giran hat kirin û li pey hev teqînên dijwar rû dan.
Li navçeyê elektrîk hat birrîn û polîsên Tirk bi maşînên zirxî li nava navçeyê geriyan û anonsa “kes dernekeve derve” kirin.
Di êrîşê de Qeymeqamê Tirk ê li Dara Hênê Abdullah Koklu birîndar bû û bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya li Çewlikê.
Tevî ku walîtiya Tirk a Çewlikê îdîa kir ku yek polîs hatiye kuştin jî çavkaniyên herêmî didin zanîn ku herî kêm 6 polîs hatine kuştin û gelekên din jî birîndar bûne.
ÇEWLIK