Li darê dinê gelek hizir û mitale hene. Ew hizir û mitale karê mirovan hêsan dikin. Ango di rastiyê de gelek kar û barên mirovan bi hizir û mitaleyên serêş û pîvayî, qismî bi fikra aqil ceribandî mumkin bûne. Ji rabûn û rûniştina civakî heta bi mijûliyên aborî guhertin pêşî bi aqil û mejî mumkin bûye. Yanî beriya kirinê tefekura ku wê mumkin dike, diyar e ku bêhtir serê mirovan êşandiye, ew bixwe mijûl kiriye. Dema ku mesele guhertinên civakî yên sereke bin jî diviya civaka heyî ji fikra nû re bihata amadekirin û heta qanehkirin. Îro jî ev mesele zêde guhertî nîne. Afirandina hizir û fikra nû divê pêşî gotareke xurt karibe biafirîne da ku karibe du tiştan bike; ya yekê avakirina maneyan e, ango li diyardeyê di hizir de nû afirandî divê werin manebarkirin. Ya diduyê jî ew e ku tiştên berê heyî bi maneyên nû bên barkirin, ku li gorî hizra nû bin. Fikra civaka modern di rastiyê de xwe disipart tefekureke dem dirêj a şîrovekekirineke nû ya metnên Xiristiyaniyê, wergera wan, piştre jî rewşenbîrên humanîzma klasîk. Wan metn û gotereke gelekî berfireh, kuliyateke hema hema bêqisûr afirand ku wê civakên Ewrûpayê ber bi modernîzmê ve biajon. Mirov erênîbûn û neêrênîbûna vê pêvajoyê deyne aliyekî, mirov dibîne ku rê li ber veguherîneke civakî ya gelekî hişk vekiriye. Ji civakeke ku dewlet li paytextan asê, tevahiya rewabûna siyasî û desthilatî xwe disipart xwedê, rê li civake ku xurttir ketî ber lepê dewletê hat vekirin. Bi ser de jî milkiyeta arizî jî bi derfetên nû yên pere û rola nû ya maliyê bû xwedî maneyeke nû: herçû sînorên xwe parçe kirin û sînor ji berhevkirina mayeya arizî re nehiştin. Bi wî rengî ku îro em bi awayê herî hov û neheq ê sermaye û newekheviya civakî re rûbirû ne. Avakirina alternatîfa vê sîstema ji 500 salî pîrtir jî divê pêşî peyvên xwe, gotinên xwe û maneyên xwe biafirîne; pê re jî bi gotarên xwe yên civakî û siyasî civakê serwext bike. Hîna nû piştî vê maneya kirinê xurt dibe, dikare encamgir be. Berevajiya vê wê bibe karekî vajî ku encamên wî jî kelevajî ne! Em ji bîr nekin ku ev vajîtî û kelevajîtî ji bo civakê êşên mezin û heta felaketan îfade dike. Em li dîroka xwe binihêrin, qirrkirina Xiristiyanan, komkujiyên destpêka Komara Tirkiyeyê, Aşbetal û Enfal, nîşanî me didin ka ev felaket çendîn kujer û texrîbker in. Ji ber wê tişta li rojava weke ceribandinên destpêkê yên alternatîfeke civakî gelekî girîng in. Xurtkirina gotarên li ser neteweya demokratîk bi ceribandinên despêkê dikarin derfeta kamilkirina van gotaran û maneyên wan veke.