Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), piştî kampanyayên „Em ne namûsa tu kesî ne, namûsa me azadiya me ye“ û „Em Çanda Tecawizê ji holê rakin, Civaka Azad ava bikin“ di 8’ê Adarê de kampanya „Ji Qirkirina Jinê re na, Qirkirina Jinê Qirkirina Civakê ye“ dan destpêkirin. Her çend li milekî jin xwe bi rêxistin dikin û têkoşîna li dijî binpêkirina mafên jinan dimeşînin ji dîsa jin rastî îşkence, lêdan, neheqî û kedxwariyê tên. Her çend jinên rastî lêdan, işkence û gefên kuştinê tên serî li polîs, leşker û dozgeran didin jî nayên parastin û gelek ji wan tên kuştin. Hin jin jî i ber zext û zordariya zêne neçar dimînin ku dawiyê li jiyana xwe bînin. Li Tirkiyeyê li gorî îstatîstîkên fermî rojê nêzî 3 jin tên kuştin. DOKH’ê ji boneya rê li pêşiya kuştina jinan, tacîz û tecawiza jinan û her wiha binpêkirina mafan bigire 3 salin kampanyayên cuda dimeşîne. Herî dawî kampanya „Ji Qirkirina Jinê re na, Qirkirna Jinê Qirkirina Civakê ye“ da destpêkirin. Piştî ku li gundê Kirçali yê Qelqeliya Wanê piştî Meryem Îrek (26) û Adalet T. a 20 salî ku li gundê Evcîllera Ebexê hatin kuştin, dîsa kuştina rojevan ket rojevê. Kampanya jinan a „Ji Qirkirina Jinê re na ku di 8’ê Adarê de hatibû destpêkirin ji ber xebatên hilbijartina 12’ê heziranê navberek hatibû dayîn. Aktîvîsta kampanyayê Fîgen Aras, banî ziman ku ew bi vê kampanyayê ne tenê li dijî kuştina jinê, her wiha li dijî hemû nirxên civakê yên çandî, civakî, dîrokî, aborî û qadên din têkoşînê didin. Aras, anî ziman ku ew dê di demek pêş de gelk bernameyên din têxin meriyetê û liv û tevgera xwe zêd bikin.
Aras, bilêv kir ku ji bo jinê ji tecawiz û tacîza zilaman biparêzin di destêpêkê de kampanya „Em ne namûsa tu kesî ne, namûsa me azadiya me ye“ meşandin û piştî wê li dijî tacîz û tecawize kampanya „Em Çanda Tecawizê ji holê rakin, Civaka Azad ava bikin“ meşandin û herî dawî jî „Ji Qirkirina Jinê re na, Qirkirina Jinê Qirkirina Civakê ye“ dan destpêkirin. Aras, anî ziman ku 4 salin xebatên wan û kampanyayên wan bi navên cûda û naverokên cuda tê meşandin û her ku diçe jina Kurd li vîn, nasname, beden û hemû nirxên xwe û civakê xwedî derdikeve. Aras, da zanîn ku ji ber hişmendiya serdestiyê û îxtîdarê didome, binpêkirin, kirkirin û êrîşên li dijî jinan jî didome. Aras, destnîşan kir ku rojê nêzî 3 jin tên qetilkirin û ji ber zagonên Tirkiyeyê kujer tên parastin û xelatkirin. Aras, destnîşan kir ku kampanya „Ji Qirkirina Jinê re na“ ku ji aliyê DOKHê ve di 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê ve hatibû destpêkirin ji ber xebatmên 12’ê Hezîranê demekê hatibûn rawestandin û dê ji nûve dîsa xebatên xwe xurt bikin.
Aras, polîtîkayên hikûmeta AKP’ê yên li hemberî jinê rexne kir û da zanîn ku tu polîtikayên AKP’ê yên ji bo parastina jinan tune ye. Aras, bilêv kir ku ji ber hişmeniya 5 hezar sal a zilam qirkirina jinê didome û divê makeqanûn bên guhertin. Aras, destnîşan kir ku kuştin zêde nebûye kuştinên ku berê nedihat dîtin niha tê dîtin. Aras, bilêv kir ku zimanê çapemeniyê yên li ser kuştina jinan girîng e û divê zimanê nêr neyê bikar anîn. Aras, destnîşan kir ku bi kampanyayên destpêkê hişmendiyek û hişyariyek di nava civake de pêş xistine û ev êdî lixwe ferqbûn zêde kiriye.
Aras, bilev kir ku qirkirin tenê li dijî jinê pêk nayê û her wiha li dijî çand, ziman, ax, dîrok û hemû nixên civakê pêk tê û têkoşîna wan jî li gorî vê yekê pêş dikeve. Aras, derbirî ku ew armanc dikin feraset û hişmendiya hêza serdest a 5 hezar sal defîşre bikin û bi wî rengî têkoşînê pêş bixin. Aras, daxuyand ku têkoşîna wan ne perçe perçe ye û bi tevahî têkoşînê dimeşînin. Aras, bilêv kir ku li ser ruyê cîhanê 130 milyon jin hatine sunetkirin û her roj hezar û 500 dema zarok jiwan re çêdibin jiyan xwe ji dest didin û wiha got: „Her wiha her rojê 3 jin ji aliyê xizm û dostê xwe ve tê kuştin.
‘Em dê li gorî her bajarekî planekê amade bikin’
Aras, destnîşan kir ku di destpêkê de hişmendiyê pêş dixin û pişt re piştî lêpirsînê dest pê kir vê carî serî li rêbazên pratikê didin. Aras, da zanîn ku çareseriya li hemberî pirsgirêkan birêxistinbûn û pêşxistina hişmeniyê ye. Em dê li her bajarekî li gorî şert û mercên wan bernameyê derxin, bernameyên civîn, perwerdehî, komîsyon û gelek xebatên din bidin meşandin.‘Em dê pêşandanên kolanan pêk bînin’
Aras, daxuyand ku ew dê pêşandanên kolanan pêş bixin û perwerdehiya ku bibe pirsên „Jin çima tên kuştin? Çima ji siyasetê dê dûrxistin? Çima ji perwerdehiyê dê tûrxistin? Kî wisa dike? Kesê dema vê yekê dike çi armanc dike? pêk bînin. Aras, da zanîn ku ew dê panel û bernameyên li ser rejmê û kuştina jinan jî pêk bînin refeksa li dijî hemû cureyên tundiyê pêş bixin.PINAR URAL - DÎHA -AMED
Li dijî şîdetê ‘Meşa jinan a mezin’
Jinên ku li dijî kuştinên jinan û şîdeta li dijî jinan têdikoşin dê di 24’ê Tîrmehê de li Cadeya İstîklalê bi meşeke balê bikêşin ser kuştinên jinan û bixwazin tedbîrên qanûnî bên girtin. Bi sedan jinên ku tevli „Meşa mezin a jinan“ bibin dê ji sîstema ku wan dikujin hesab bibipirsin. Parlamentera BDP’ê Sebahat Tuncel jî dê beşdarî meşê bibe. Endama Jinên Demokrat ên nû Rahîme Kavrar diyar kir ku di nava hefteya dawî de feraseta zilam a serdest bi awayeke zelal derketiye holê. Kavar da zanîn ku di demên dawî de li dijî şîdetê di nava rêxistinên jinan de yekîtiyek hatiye avakirin û ew ê têkoşîna hevpar roj bi roj xurt bikin.
Edmana Hewldana Sendîkaya Jinan a Îmece Serpîl Kemalbay jî anî ziman ku li dijî kuştinên jinan tu tedbîr nayên girtin û qanûnên ku hatine derxistin jî têrê nakin. Kemalbay wiha got: „Jin dikare mafê parastinê bixweza lê nayê parastin. Di civakê de ferasete ku her tiştî bi şîdetê çareser bikin heye. Ev şaş e. Serokwezîr dibêje 3 zarokan bînin. Wezareta Jinan dikin Wezareta Malbatê. Ev yek jî nîşan dide ku AKP pirsgirêka nikare çareser bike. Ji ber vê yekê jî em ê di 24’ê Tîrmehê de dakevin qadan.“
Endama Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Îlke Acar jî diyar kir ku ew çalakiyan mafdar li dar dixin. Acar got ku ew girîngiyeke mezin didin meşa jinan a mezin hêvîdar in dê bi sedan jin beşdarî vê meşa mezin bibin. Ji DÎSK’ê Rahîme Îldemîr Bayrak jî got ku şîdet û kuştinên li dijî jinan zêde bûye û ev yek jî ji ber sîstemê ye, ji ber ku dewlet kesên ku li dijî jinan şîdekê bi kar tîne dipareze. Bayrak diyar kir ku divê kesên ku alîgirên aştî û kedê ne bi hevre têbikoşin û dê bi vî rengî çareserî jî hêsan be.
STENBOL