BERHEM LATİF / DIHOK/ROJNEWS

Aliyekî Başûrê Kurdistanê di bin zext û êrişên hêzên ji derve de ye, aliyekî din di bin qirîza siyasî û navxweyî de ye. Bi taybetî bandora dewleta Tirk ya li ser Herêma Kurdistanê her ku diçe zêde dibe, dewleta Tirk rasterast dest werdide herêmê. Ji ber berjewendiyên aborî, PDK ketiye xizmeta Tirkiyeyê û niha Herêma Kurdistanê di nava qeyran û zextên ji derve de ye.

Piştî raperîna sala 1991’ê, Başûrê Kurdistanê xweseriya xwe bi dest xist û hikûmet û parlamena herêma Kurdistanê hat avakirin. Lê di aliyê siyasî, aborî û eskerî de heta niha jî di bin bandor û tehlûkeya welatên derve de ye.

30 sivîl şehîd bûn

Di êrişên dewleta Tirk yên dinava 2 salên dawî de, zêdetirî 30 welatiyên sivîl şehîd bûn. Herwiha ji bilî wê, bi dehan welatî birîndar bûn û zerereke mezin a madî gihişt gund, rez û baxçeyên xelkê herêmê.

Herî dawî dewleta Tirk di 23’ê Çileya 2019’an de bi balafiran êrişî navçeya Dêrelokê kir. Di encama êrişê de 4 welatiyên sivîl şehîd bûn. Piştî wê di 26’ê Çile de xelkê Şêladizê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rabûn ser piyan û baregeha eskerî ya dewleta Tirk a li Sîriyê şewitand.

 

Destwerdana siyasî û bandora wê

Piştî bûyerê hêzên derve zext li Herêma Kurdistanê kirin, bi taybet dewleta Tirk. Li aliyekî din jî dewleta Tirk bi zextan hewl dide siyaseta xwe li herêmê bide meşandin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber mijara aborî gelek caran di bin bandora vê siyasetê de dimîne.

2 hezar şirketên Tirk kar dikin

Çavdêrê siyasî Mesut Ebdulxaliq li ser mijarê axivî û Got, “Başûrê Kurdistanê bi xebateke dûr û dirêj hate azadkirin. Lê mixabin desthilata herêmê li pey berjewendî û gendeliyê ye û hemû cure binpêkirinan dike. Yek ji wan binpêkirinan jî ew e ku ev kom hinek caran bi dagirkeran re li hev dike. Ji bilî kel û pelan, zêdetirî 2 hezar şirketên Tirk li Herêma Kurdistanê kar dikin.”

PDK bi fermana Tirkiyeyê kar dike

Pisporê aboriyê Dr Mihemed Reuf jî got: “Tirkiye naxwaze tenê Herêma Kurdistanê ji bo zindî kirina kel û pelên xwe bi kar bîne. Şandina neftê jî ketiye aliyê Tirkiyeyê. Erdogan di dema referandûmê got, heger ew nebin, herêma Kurdistanê nikare nan bixwe û cilûbergan li ber xwe bike. Tirkiyeyê PDK di bin berjewendiyên xwe de kontrol kiriye. Gelek caran PDK bi fermana Tirkiyeyê kar dike.”

   

Bê helwêstî û bêdengî hilbijartiye

Aktivîst Mucahîd Ehmed jî têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk got, “Partiyên desthilatdar ên Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê berpirsyar in. Rojane li dijî sivîlan êriş dibin, hikûmet li beranberî van binpêkirinan bê helwêstî û bêdengî hilbijartiye. Ev yek cihê şerme ye.”

Ya lazim yekîtiya neteweyî ye

Aktivîst Hadî Hemereşîd jî bal kişand ser hebûna saziya îstîxbarata dewleta Tirk MÎT’ê li Herêma Kurdistanê û got, “Ev sazî metirsiyê li ser jiyana xelkê Herêma Kurdistanê çêdike. Herwiha hewil tê dayîn dengên dijberî dagirkeriyê bêdeng bikin. Lê ya lazim li dijî dagirkeriye avakirina yekitiya neteweyî ye.”

“MÎT tehlûkeyê li ser jiyana xelkê Herêma Kurdistanê çêdike. Her wiha hewil tê dayîn dengên dijberî dagirkeriyê bêdeng bikin. Lê ya lazim li dijî dagirkeriye avakirina yekitiya neteweyî ye.”