Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 33 sivîl li Efrînê revandin. Her wiha li bajêr di navbera komên çete de şer derket. Çavkaniyên herêmî ji bajarê Efrînê ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk 25`ê Îlonê welatiyê bi navê Abdulhemîd Silêman, hevjîna wî Xalîde Silêman ji navenda bajarê Efrînê revandin. Her wiha 30`ê Îlonê jî welatiyê bi navê Mihemed Ehmed Mamo yê ji gundê Cobana yê girêdayî navçeya Racoyê revandin. Çavkaniyeke din got polîsên girêdayî dewleta Tirk a dagirker beriya sê rojan bi ser malên şêniyên gundê Gurzêlê yê girêdayî navenda bajarê Efrînê de girt û 30 kes revandin.
Navên hindek kesên hatine revandin wiha ne: Cîhad Sibhî Nasir (45), Rêzan Hesen Nasir (35), Ehemed Wehîd Ebdo (80), Osman Hemo, Rêzan Hemo (35), Mihemed Yûsif Hemkiro (37), Yehiya Hemkiro (55), Zekeriya Yehiya (25), Bekir Henan Ewaş (65), Nûrî Şikrî Ewaş (60) û Ferhad Şêx Ebdo.Li navçeya Cindirêsê û navenda bajarê Efrînê ji pêr ve tevlihevî heye. Di navbera komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker de carna şer diqewime.
EFRÎN