Çavkaniyên herêmî ji hundirê bajarê Efrînê diyar dikin ku li navçeya Efrînê Racoyê, di navbera komên Hemzat û Ehrar Şerqiye de li ser parvekirina mal û milkên welatiyan şer qewimiye.
Li Efrînê di navbera çeteyan de şer qewimiye. Li gorî çavkaniyên herêmî, li navçeya Racoyê pêr bi şev di navbera Ehrar Şerqiye ku li navenda Racoyê xwe bi cih kirine û koma Hemzat ên li gundê Hac Xelîl ê girêdayî navçeya Racoyê bi cih bûne, şer qewimî.
Li gorî çavkaniyan ev şerê hanê yê di navbera her du komên çete de ji ber parvekirina mal û milkên welatiyan dest pê kiriye.
Tê gotin, şer bi çekên sivik hat kirin û çeteyan di dema şer de sivîl di malên wan de asê kirine.
ANHA / EFRÎN