Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê-Efrîn, ragihand ku hêzên wan serçeteyê Koma “El-Cebha El-Şamiya” Ehmed Misto (Ebû Eslan El-Kurdî) kuştiye.
Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê-Efrîn, derbarê çalakiya xwe ya Efrînê de pêr daxuyanî da. Daxuyanî bi vî rengî bû: “Wekî Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê em li ser soza xwe ne ku em ê hemû kesên xayîn ên di hembêza dagirkeriya Tirkiyê de tesfiye bikin. Her wiha em berpirsyariya xwe li ser kuştina çete Ehmed Misto (Ebû Eslan) radighînin. Şervanên me çend rojan tevgera çete Misto şopand, herî dawî wan di êvara 7‘ê Hezêranê de li navenda navçeya Mabata yê kemîn jê re danî, gule lê reşandin, di encamê de hate kuştin û erebeya wî li ser rê qulipî.”
Dijminahiya gelê xwe dikir
Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê-Efrîn derbarê kesê hatî kuştin de ev agahî dan: “Çete Ehmed Misto, ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve dijminahiya gelê xwe dikir. Ji roja yekê ve xwe xist hembêza dewleta Tirk, li wir ji aliyê MÎT´ê ve hat perwerdekirin. Paşê wekî fermandarê Meydanî yê koma çete ya El-Cebha El-Şamiya li Daret Îza hate erkedarkirin. Çete Misto li Daret Îza çete perwerde kir û wan ji bo êrişên li ser Efrînê sor dikirin.
Dema ku êrişên hov ên Tirk li ser herêma Efrînê, çete Ehmed Misto bi awayekî çalak beşdarî êrişên li ser Cindirêsê û Şiyê bû. Piştî dagirkirina Efrînê, Misto berê xwe dide gundê lê jidayik bûye, Mîrka (Hesê). Li vir dîsa kiryarên xwe yên hovane, ji kuştin, revandin, heqaret, talankirin û koçberkirin, hwd li dijî gelê xwe dewam kir. Ehmed Misto şêniyên gundê Meydan Ekbis ji malên wan derdixistin û li şûna wan malbatên çeteyan bi cih dikirin.
Li ser tiştên ku me bi bîr xistin, em bang li hemû kesên ku hatin xapandin û beşdarî komployên qirêj ên dewleta Tirk bûne dikin ku ji van kiryarên qirêj vegerin. Em dibêjin, dagirkeriya Tirkiyê nikare wan biparêze.”
EFRÎN