Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, Meclîsa Jinên Kurd a Amara û Meclîsa Jinê ya Nûjîn a Hanaû, li ber Konsolosxaneya Fransayê, ji ber komkujiya 9’ê Çileyê ya li Parîsê, çalakiya bi daxwaza edaletê lidar xistin. Bi dehan jin li ber avahiya Konsolosxaneya Fransayê li hev civiyan û xistina doza komkujiya Parîsê bi tundî şermezar kirin. Jinan hewldanên Fransayê yên ji bo nixumandina komkujiyê şermezar kirin û bi qîrîna dirûşma “Jin jiyan azadî” dawî li çalakiya xwe anîn. 


FRANKFÛRT