13’emîn kongreya Komeleya Entegrasyona Jinên Kurd a li bajarê Swêdê Goteburgê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê û 15 gerîlayên jin ên li Bedlîsê jiyana xwe ji dest dan, dest pê kir.
Di kongreya li avahiya komeleyê pêk hat de, Seroka Konseya Kurdên Swêdê bû weke seroka dîwana kongreyê hat hilbijartin.
Di kongreya jinên Kurd de pêşketin, geşedan û bûyerên li Kurdistanê hatin nirxandin. Ji 55 jinên beşdarî kongreyên bûn rêveberiyeke ji 9 kesan hat hilbijiratin, dê ev rêveberiya ji 9 kesan jî di nava xwe de komîsyonên beşên cûda ava bike.

 ANF/GOTEBURG