Li Rojavayê Kurdistanê ji ber yekem car wê perwerdehiya bi kurdî were dayîn hem di nav xwendekaran hem jî di nav mamosteyan de xebatên berfireh tên meşandin. Ji ber di pergala perwerdeyê ya berê de zimanê kurdî tine bû û bi tîpên erebî ders dihatin dayîn, destpêke mamosteyên ku bi tîpên latînî nizanîbûn, bi dersên kurdî xwe fêrî xwendin û nivîsandina kurdî kirin. Bi vê yekê mamosteyên ku berê bi erebî ders didan niha wê karibin li dibistanan êdî bi zimanê xwe yê dayîkê kurdî dersan bidin. Ev gava di qada perwerdeyê de, di nav şoreşa gel ya Rojavayê de weke ´şoreşa ziman´ tê nirxandin. Ji ber vê gava girîng û dîrokî di demsala îsal ya perwerdehiyê de hem di nav mamosteyan û hem jî di nav xwendekaran de hem heyecan, hem jî liv û tevgereke mezin heye.
Xebatên perwerdeya kurdî, piştî bajarên Rojavayê Kurdistanê, li bajarên Sûriyeyê jî dest pê kir û êdî li wir jî bi dayîna dersên kurdî hate kirin. Li bajarê Helebê ku hejmarek zêde Kurd lê dijîn, ji ber şer û pevçûnên dijwar hîn dibistanên fermî dest bi perwerdehiyê nekirine, lê amadekariyên perwerdehiya bi kurdî bi her awayî didomin.
Li bajêr, li dibistanên taybet dersên zimanên kurdî tên dayîn. Li van dibistanan hem zarokên Kurd fêrî kurdî dibin, hem jî mamoste ji bo dersdayînê, kurdî hîn dibin. Hate hînbûn ku di destpêka meha Cotmehê de, dibistanên fermî jî dest bi perwerdehiyê bikin û li van dibistanan dersên kurdî jî bêne dayîn. Di vê çarçoveyê de mamosteyên ku li dibistanên taxên kurdan dersan bidin amadekariyên xwe ber bi dawiyê ve dibin.

Mamoste amade ne
Derbarê mijarê de Hevseroka Yekîtiya Mamosteyan a Helebê Gulîstan Seydo agahî dan û diyarkir ku ji bo perwerdeya zimanê dayîkê û dersên kurdî xebateke berfireh dimeşînin û weha axivî: "Piştî konferansa Yekîtiya Mamosteyan a li Helebê, me hewl da ku em mamosteyan bînin ba hev di vê çarçoveyê de me gelek civîn li dar xistin. Her wiha me ji bo wan perwerdehiya bi kurdî da destpêkirin û em gihîştina astekê. Niha em ji bo perwerdehiya li dibistanan amade ne."
Gulistan Seydo bal kişand ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê kurdî û got ku ev ji bo fêmkirina rola ziman, naskirina nasnameya xwe û dîrokê tiştekî jêveneger e. Seydo anî ziman ku ewê di destpêka meha pêş de li dibistanên fermî jî dest bi dayîna dersên zimanê kurdî bikin.

ANF/HELEB