Komîsyona Hepsan ya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Enqereyê û Komîsyona Hepsan ya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Enqereyê bi sernavê “Binpêkirina Mafan û Grevên Birçîbûnê ya Hepsên Herêma Anatoliya Navîn” rapora meha Adarê amade kir û bi raya giştî re parve kir.
Rapor li ser 16 hepsên Herêma Anatoliya Navîn e ku me li jêr yên girîng berhev kirin:
“3 girtiyên ji 26’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de zeîf bûne. Nexweşiyên wan zêde bûne. Di vexwarinê de jî zehmetiyan dikişînin û her deverê wan diêşe.
Du girtiyên cezayê giran li wan hatiye birrîn, her yekê di odeyekê de bi serê xwe dimînin. Hêj li girtîgehan ava nepaqij dewam dike. Ev ava nepaqij dibe sedema nexweşiyan. Piştî girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir, rojnameya Yenî Yaşamê nadin wan. Her wiha hin girtiyên ji girtîgehên din hatine sewqkirin, dermankirin yan jî muayeneya wan bi kelepçe û di bin çavdêriya eskeran de pêk tê.
Girtî birin odeya bi singêr
Li Hepsa Tîpa F a Kirikkaleyê 46 girtî di greva birçîbûnê de ne. Koma ewil 26’ê Kanûnê dest pê kir. Çalakgerên koma ewil rewşa wan xera dibe û gelek nexweşî li wan peyde bûne.
Gardiyanan êrişî girtiyê bi navê Ridvan Sayak kiriye û piştre jî ew birine odeya bi singêr.
Girtiyê bi navê Îsmet Akin ji ber ku birîna wî vekiriye, di bin rîskek ciddî de ye. Girtî nêzî 20 kîloyan zeîf bûye. Rewşa girtî gelekî giran e û nexweşî lê peyda bûne.
Sirgûn kirin bûye sîleh
Li Hepsa Jimara 2’an a Tîpa T ya Bunyana Kayseriyê girtiyên mêr hê jî nikarin bi hev re sohbetê bikin. Ozkan Kart ê ji 5’ê Çile ve û 6 girtiyên ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de bûn sirgûnî Hepsa Turkoglu ya Meraşê kirine. Dema ev girtî hatine sirgûnkirin, gelek zext û zehmetî li wan hatinekirin.
Heta niha karbonat û maske nedane girtiyan. Îdareya girtîgehê li qawîşan kamera bicih kiriyne û girtî 24 saetan di bin kontrolê de ne.
Ava paqij û karbonatê nadin
Li Hepsa Jinan a Bunyana Kayseriyê jî ji 1’ê Adarê ve 20 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiriye û der barê wan de lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin.
Bêrîvan Bîtmen a ji koma ewil dest bi greva birçîbûnê kiriye, ji ber goşt di çîmê wê yê rastê de kom bûye, bi zorê dimeşe, û hevalên wê yên girtî ji ber nexweşiyan bi endîşe ne. Karbonatê nadin girtiyan.
Nameyan desteser dikin
Li Hepsa Tîpa T a Karabukê girtiyên ji 5’ê Çile ve dest bi greva birçîbûnê kirî di navbera 10-13 kîloyan de zeîf bûne.
Ji roja girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirî ve carekê hekîm çûye qawîşê. Karbonatê nadin girtiyan. Bi taybetî jî dest datînin ser nameyên girtiyan.
Li Hepsa Tîpa T a Tokatê girtiyên ji 5’ê Çile ve di greva birçîbûnê de zeîf bûne. Karbonatê nadin wan. Girtiyê bi navê Zekî Temel ê di greva birçîbûnê de rêya wî ya îdrarê înfeksiyon girtiye. Bênavber li qawîşan lêgerîn pêk tê. Eşyayên paqijiyê nadin girtiyan. Di dema sewqê de lêgerîna tazî li ser girtiyan tê ferzkirin. Ev çend meh in mafên name û faksê yên girtiyan hatine astengkirin.
Stranên Kurdî jî qedexe kirin
Girtiyan diyar kir ku divê rojê 3 lître ava diyetê bidin wan. Lê rêveberiya îdareyê avê nade wan. Hemû çalakgerên di grevê de li xwe kêm kirine. Girtî 30 rojan li qawîşên cuda hatine girtin. Li ser hewldanên girtiyên din dîsa ew anîne cem wan.
Girtiyên ku cezayê wan hindik maye, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve rastî cezayê dsîplînê tên. Ji ber vê yekê nikarin ji mafê xwe yê berdana bi kontrol sûdê wergirin.
Girtiyan anîn ziman ku dema bi kurdî stranan dibêjin û di nava xwe de bi Kurdî diaxivin, rastî cezayê dsîplînê tên. Dema dixwazin bi zimanê dayikê parastinê bikin jî mafê wan ê tercûman ji destê wan tê girtin.
Dîsa Vesile Yuksel li gel keça xwe Arin dimîne. Lê rastî cezayê ragihanidina bi sînor hatiye. Berivan Çelik jî ji ber rastî cezayê disiplinê hatiye, nikare ji mafê xwe yê berdana bi kontrol sûdê wergire."
Bila tecrîd bi dawî bibe
Di encama raporê de hat gotin: "Girtiyan li tevahiya girtîgehên Tirkiye ji 01'ê Adara 2019'an ve li dijî tecrîdkirina li Îmraliyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger kiriye. Girtî dixwazin ku tecrîd bi dawî bibe. Girtî dixwazin, li Girtîgeha Îmraliyê bi rêk û pêk hevdîtina bi parêzeran re bê kirin. Dîsa dixwazin mafê girtiyan ê parastinê, parastina bi zimanê dayikê pêk bê û ew dixwazin tecrîd bi dawî bibe.
Wekî Komisyona Girtîgehan a Enqereyê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, em diyar dikin ku tenduristiya girtiyan ketiye rewşeke xeter. Ji bo mafê wan ê jiyanê bê parastin û kesên din jiyana xwe ji dest nedin, divê di serî de Wezareta Dadê û hemû saziyên neteweyi û navneteweyî erka xwe pêk bînin û dawî li tecrîdê bînin."
ENQERE