Di beşa duwem ya semînerê de li ser pirsgirêk û cudahiya di navbera şêwazê axaftina zarave û alfabeyên zaravayên Kurdî hate sekinîn û pêşkeşvanên semînerê bi xebatên xwe yên li ser zimanê Kurdî naveroka semînerê dewlend kirin. Di vê beşê de li gel pirsgirêk û cudahiya di navbera zaravayên Kurdî, çareserî û çêkirina zimanek standart yê Kurdî hate axaftin. Piştî ku pêşkeşvanan semînerê axaftinên xwe bidawî kir destora axaftinê dan beşdarvanên semînerê û beşdarvanan jî fikrên xwe di derbarê zimanê zikmakî û bitaybet li ser zimanê Kurdî dîtinên xwe bi aweyek rûn anîn ser ziman.
'Ji bo Kurdan yek ziman heye'
Piştî semîner bi dawî bû, hînkerê Zanîngeha Selehedînê yê Beşa Ziman Dr. Sebah Reşîd ku yek ji pêşkeşvanên semînerê bû li ser girîngiya zimanê zikmakî û cudahiya di navbera zaravayên Kurdî ji ajansa me re dîtinên xwe anîn ziman. Reşîd diyar kir ku zimanê zikmakî xwedî dirokek pir kevne û rayên wî dihegin destpêka jiyanê û wiha berdewam kir; “Zimanê zikmakî jibo gelan xwedi girîngiyek bê hempaye. Stûna hemû gelan ya ku dikare xwe li ser piyan bigre zimane. Jibo vê jî pêwîste hemû kes û hemû sistemên desthilatdar rêz ji zimanê dayikê re bigrin û vê rojê bi şanazî pîroz bikin.”
Rêşîd li ser mijara zimanê Kurdî jî diyar kir ku zimanê Kurdî zimanek pir dewlemende û pêwîste li ser vî bingehî girîng bê dayîna zimanê Kurdî û di berdewamiya axiftina xwe de wiha got; “Raste di zimanê Kurdî de gelek zaraveyên cuda hene û bi tîpên cuda tên nivîsin. Ev hem li pêşiya çêbuna yek zimanî astenge hem jî dewlemendiyek pir girîng û mezine. Ya giring ewe ku zaravayên Kurdî xizmeta zimanê Kurdî dikin û jibo Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê jî xwedî heman girîngiye. Kurdan yek ziman heye ew jî zimanê Kurdî’ye.” Herwiha Reşîd di dawiya axiftina xwe de diyar kir ku pêwîste hemû zimanzan û kesayetên di mijara zimanê Kurdî de pispor hemû hewildan û xebatên xwe bidin ser yekbûyîn zimanê Kurdî. Reşîd carek din roja zimanê zikmakî li tevahi gelên cîhanê, gelên bindest û bitaybet li gelê Kurd pîroz kir.
DÎHA/HEWLÊR