Aloziya di navbera dewleta Tirk û rejîma Sûrî de zêde dibe. Karwanekî leşkerî yê artêşa Tirk doh derbasî hundirê xaka Sûriyê bû û berê xwe da bajarê Xan Şêxûn ku şerekî giran lê rû dide. Rejîma Sûriyê diyar kir ku karwanê leşkerî yê dewleta Tirk ji bo xelaskirina terorîstên Cebhet El-Nusra hatiye. Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê derbasbûna karwanê leşkerî yê dewleta Tirk di rêya deriyê Bab El-Hewa yê sînorê Sûriye-Tirkiyê re bi Lîwa Îskenderûn ve, ber bi herêmên bi navê “herêmên kêmkirina şer” belge kir.

Li gorî navendê, karwan ji 25 erebe û basên ku lojîstîk û amûrên leşkerî û leşker hildabûn, her wiha 7 tank û 6 wesayîtên zirxî pêk tê ku berê xwe da başûrê Idlibê û li bajarê Mera El-Niman rawestiya. Navendê diyar kir ku balafirên rejîma Sûriyê û Rûsyayê derdora karwanê leşkerî yê dewleta Tirk ku li ser rêya giştî ya Şam û Helebê rawestiyaye û ya nêzî bajarê Mera El-Niman başûrê Idlibê bombebaran kir, di encamê de çeteyekî dewleta Tirk ku bi karwan re bû, hate kuştin û yek jî birîndar bû.

Karwanekî leşkerî yê Tirkiyê çû Xan Şêxûnê

Der barê derbasbûna karwanê leşkerî yê dagirkeriya Tirk de, çavkaniyeke fermî di Wezareta Karên Derve ya Sûriyê de ji ajansa Sana ya rejîma Sûriyê re got: “Doh (Îro) sibê alavên Tirkiyê yên biçek û cebilxane sînorê Tirkiye û Sûriyê derbas kirin û derbasî bajarê Sirqab bûn da ku biçin Xan Şêxûnê ku terorîstên Cebhet El-Nusra rizgar bikin. Bi vê yekê careke din alîkariya rejîma Tirkiyê ji komên çete re piştrast kir. “Wezaretê destwerdana dewleta Tirk bi tundî şermezar kir û rejîma Tirkiyê bi binpêkirina serdestî û yekbûna xaka Sûriyê tawanbar kir. Dewleta Tirk bi rêya 12 nuqteyên çavdêriyê ku piraniya wan li herêmên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) in, gelek dever dagir kirine.

 

NAVENDA NÛÇEYAN