Di şerê DAÎŞ’ê de rolek mezin girtiye
Her wiha Osman da zanîn ku gerîlayên PKK ji hêla hikûmeta Iraqê ve bi awayekî fermî hatiye dawetkirin û gerîlayên PKK’ê heta niha li ser axa Iraqê li gel hêzên parastinê yên Iraqê û peşmergeyan li dijî DAÎŞ’ê şer dike û wiha axivî: ”Di şerê DAÎŞ’ê de rolek mezin girtiye û di navbera gelan de navbeynkariyê dike. Ji bo rizgarkirina gelan gelek bedel dane. Şehîd û birîndarên wan hene. Ev ji bo me nêzîkatiyek bi rûmet e. Lewre jî em her tim xwe deyndarê PKK’ê dibînin. Her kî mîna hêzek derveyî li PKK’ê binêrê, ew xwe dixapîne. PKK’e ew tevgere ku dibe alîkarê gelên Başûrê Kurdistan û Iraqê. Heta ku hikûmeta Iraqê pêwîst nebîne, dikare li ser axên Iraqê bimîne.”
KERKÛK