Gundê Hewl El Hewa yê ser bi Reqayê ku 10-12 kîlometreyan li rojavayê navenda bajêr e. Beriya bi çar mehan di çarçoveya Hemleya Rizgarkirina Reqayê de, QSD´ê gund ji çeteyan rizgar kir. Herçî pêdiviyên zad û sereke yên gundiyan in, qismekî jî TEV-DEM´a Hesekê wan dabîn dike. Xelkê gund bi xwe li jiyana xwe ya rojane vegeriyaye. Bi erd û zeviyên xwe, bostan û baxçeyên xwe dilebikin û dixebitin. Li herêmê ji dagirkeriya DAIŞ´ê ve karê perwerdê sekinîbû. Mamosteyên gund bi derfetên xwe dibistan ji nû ve vekirin. 28 mamoste 530 xwendekaran perwerde dikin. 14 sinifên dibistanê hene. Ji bilî Înê, hefteyê 6 rojan saet ji 8:00´an heta 12:15´an ders lê heye.
Hem mamoste û hem jî xwendekar ji ber ku ji nû ve li dibistanê vegeriyan kêfxweş in û kela canê wan rabûye. Hîna ji derve alîkarî bi wan re nehatiye kirin; halê hazir malbatên xwendekaran mûçeyê mamosteyan didin û malbatên zarokan û xelkê gund pêdiviyên dibistanê dabîn dikin.
REQA