
Ne mijareke li ber dilê min e. Lê îro ez ê pê dakevim. Dewleta Elman û helwêsta wê ya beramberî "ne Elmanan" meseleyeke welê pirrşaxî ye. Lê mirov li ku derê li çi aliyî binihêre bi hêsanî bi ser cudakeriya dewleta Elman tê. Vê bi qesd dike, bi destê xwe dike yan na, li vir ez ê minaqeşeya wê nekim. Lê hema em berê xwe bidin raporên îstîxbarata Elman, em ê hezar nîşanî bibînin ku vê gotina li jor piştrast dikin.
Rastgirên tundraw (ji bo faşîstên Elman) 19 hezar û 409 sûc kirine di nava sala 2018´an de, ji van 938 birîndarkirina mirovan e. Ji bilî vê wan 6 caran jî hewl daye mirovan bikujin. Ez li vir bibêjim, gelek bûyerên kuştinê û birîndarkirinê yên bi destê van faşîstên Elman gelek caran weke bûyerên "munferîd" tên sinifandin û di vê raporê de jî cihê xwe nagirin.
Em berê xwe bidin Kurdan û PKK´ê di vê raporê de, gotinên weke, "Ji bo PKK´ê li Ewrûpayê çalakiyên aştiyane li pêş jî bin, şidet ji bo îdeolojiya wê weke opsiyoneke stratejîk dimîne. (r. 252)" Ti hejmara bikaranîna şidetê nîne. Behsa du, sê bûyerên hatina hemberî hev a ciwanên Kurd û faşîstên Tirk tê kirin, ku elaqeya xwe yekser bi PKK´ê re nîne.
Tenê ji PKK´ê re 18 rûpel hatine veqetandin, ji bilî vê di beşên çepgiran û rêxtinên biyanî de jî bi dehan caran behsa PKK´ê hatiye kirin. Beramberî vê ji bo faşîstên Elman 45 rûpel ji dehan rêxistinî re hatine veqetandin. Beramberî hejmarên şidetê yên PKK´ê ( organîzekirî û bi destê wê hejmar sifir e) û yên şidetê yên rastgiran, tevî ku gelek bûyer tê de nehatine hesabkirin jî bi gelekî ji hezarî dibihurin. Weke rêxistin, di raporê de behsa ti rêxistina din bi qasî PKK´ê nehatiye kirin. Yanî weke ku PKK li Elmanyayê tehlûkeya herî mezin a li dijî dewletê be tê nîşan dan. Tevî ku hejmar û bêhtirî 20 salên qet şidet nebû û beriya wê jî şidet para bêhtir xweparastina li dijî neheqiyeke dewletî li dijî civaka Kurd bû. Yanî dewleta Elman bi awayekî eşkere neheqî li miletê Kurd li Elmanyayê dikir, îro jî vê neheqiya xwe bi hin rengan dewam dike; lê bi rengekî ji rengan di bi dehan rûpelên rapora îstîxbarata xwe ya navxweyî de ku wê navê Parastina Destûrê lê kiriye, li wê yekê mikur tê ku ti tehlûkeya şidetê ku çavkaniya wê PKK be li Elmanyayê nîne.
De ka em pirseke besît bikin! Ev pirs ne "çima ev qas rûpel ji PKK´ê re veqetandî ne", lê "Ka çiqas derfetên dewleta Elman û xasma yên polîs û îstîxbarata wê ji şopandin û krîmînalîzekirina Kurdan, xasma PKK´ê re hatine veqetandin?" Beramberî vê jî em pirsa, "Çiqas derfetên dewleta Elman, xasma yên polîs û îstîxbarata wê ji bo şopandina faşîstên wê hatine veqetandin?" Heger parlamenterek li meclîsa federal vê pirsê bike, û em bi hejmaran jî bihisin. Em ê karibin çêtir fêm bikin, ka çima Kurdên şidetê nakin dikevin ber çerxên zilmê yên dewleta Elman, lê faşîstên wê yên ku mirovên bê guneh bîlasedem kuştin çima nehatine şopandin jî. Erê ez behsa kujerê li bajarê Elmanyayê Hanauyê dikim. Çima ew nehat şopandin?, Çima destûra wî ya sîlehê hebû? Çima tevî ku ji sala 2000´î ve ew bi xwe li hin tiştan mikur hatiye, tedbîr nehatine wergirtin? Bersiva van pirsan wê bi hejmarên ku hikûmeta Elman eşkere bike, têra xwe zelal bibin. Lê helbet belkî hikûmet xwe nede ber eşkerekirina van hejmaran jî. Dîsa jî pirsîna wan bi ya min divê karê parlamenterên federal be.