Welatiyê Kurd Şaban Karadag, anî ziman ku koma 7-8 kes bûn êrîşî wan kir û ew li erdê dirêj kirin û wiha got: “Min nasnameyê wan dît. Hemû polîsên sivîl bûn. Min got polîs tu çima êrîşî me dikî. Polîsê ku li min dida got ‘Tu Kurd î. Jer vê yekê ez li te didim’ û li min da.”
Li navçeya Kartala Stenbolê 4 roj berê du koman şer kir. Piştî polîs hatin cihê bûyerê 8 polîsên sivîl êrîşî welatiyekî Kurd kirin û li kolanê îşkece kirin. Dema welatiyê bi navê Şevket Ozturk ê 21 salî li Parka Ozgurlukê giha av dida dît ku fiskiye hatine şikandin û wiha got: “Ez nizanim fîskiye ji aliyê kê ve hatine şikadin. Lê kesên serxweş ên li wir neheqî li min kirin û bi şîneyan li min xistin. Ji ber ku ez ji Amedê bûm êrîşî min kirin û neheqî li min kirin. Piştî hevalên min bihîstin ku ez rastî êrîşê hatim bi alîkariya min hatin û di navbera me û koma serxweş de pevçûn derket. Piştî bûyerê polîsên sivîl hatin cihê bûyerê. Kesên ku xwe wekî polîsên sivîl dan naskirin bi dar û copan li me xistin.”
 Ozturk diyar kir ku wan li erdê dirêj kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî l ime xistin em birin Navenda Polîsan a Şehîd Selahattin Aslantepeyê. Dema em birin qereqola polisan li cihê bûyerê dengê teqîna çekan hat. Dema ez ji qereqolê derketim û hatim cihê bûyerê min dît ku hevalê min birîndar li erdê dirêj bûye. Ez bi telefonê li ambulansê geriyam. Lê polîs destê min kelepçe kir û li min da. Ez li erebeyê suwar kirim û di erebeyê de jî li min dan. Neheqî û gotinên qirêj ji min re kirin, bi çekê, dar û copan li min dan.”

Polîsên sivîl ew îşkence kirin 
Ciwanê 20 salî yê bi hawara hevalê xwe çû û rastî lêdanê hat Şaban Karadag jî bûyer wiha got: “Dema em bi gaziya hevalên xwe çûn koma polîsên sivîl ku ji 7-8 kesan pêk dihat êrîşî me kir û em li erdê dirêj kirin. Bi daran li me da. Min nasnameya wan dît. Polîsên sivîl bûn. Dema min pirsa “Hûn çima êrîşî me dikin?” pirsî got “Ji ber hûn Kurd in.” û pişt re ez birim qereqola polîsan.”
Karadag, da zanîn ku dema ew birin qereqolê li pêş qereqolê texsiyek reş hebû û wiha got: “Min bi çavê xwe dît ku kesekî çek xistin texsiyê. Min ji polîs re got wî mirovî çek xist erebeyê. Polîs jî got bila çekan têxê tişt nabe. Piştî ez birim qereqolê dengê çêkê hat. Dema dengê çekê hat ez derketim derve. Hevalê min birîndar bûbû, hem polîs û hem kesên din li hevalê min dida. Polîsan çek li min rakişand û got 'em ê te bikujin. Min jî got hûn ê çima min bikujn. Ez 11 saetan li navenda polîsan hatim hiştin. Ez li qereqolê rastî lêdanê hatim. Komîserê polîsan gef li min xwar. Polîs got ez ê biçim cem walî û we hemûyan ji vir biqewirînim. Hûn hemû Kurd in. Dema polîsan ez birim doktor polîsan gef li min xwar û xwest ez tiştekî ji doktor re nebêjim.”
Refeqatçiyê şahid û mexdûrê bûyerê Senayî Petekkaya Ferhat Petekkaya jî anî ziman ku kesên texsiya reş a ji ber qereqola polîsan hat 10 gule berdan wan û piştî gule berdan wan 4 hevalên wî birîndar bûn. Parêzerê Şaban Karadag Prz. Halîl Îbrahîm Erdogan jî anî ziman ku muwekîlê wî li qereqola polîsan rastî lêdan û neheqiyê hatiye. 

DÎHA/STENBOL