Rojnamevan Hulya Emeç ku ji ber nûçeyekê, li dijî wê û çavkaniya wê de ji Xala 301 a Qanûna Ceza ya dewleta Tirk a dagirker, doz hatibû vekirin, 6 meh cezayê girtîgehê li wê û çavkaniya wê hat birrîn.

Sal 2014’an li navçeya Westan a ser bi Wanê polîsan 3 caran li ser hev bi ser mala Şefîk Tunuç (48) de girtibû. Ji ber vê yekê dilê Tunuç sekinîbû û jiyana xwe ji dest dabû. Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin, Hulya Emeç bi nûçeyekê behsa vê rewşê kiribû. Ji ber vê yekê doz li wê û hevjîna Tunuç, Hafize Tunuç, Serokê Lijneya Rêveberiya Ajansê Zekeriya Guzupek, Midûra Berpirsyarê Karên Nivîsê, Dîcle Muftuoglu û Şefê Buroya Wan ê ya Ajansê, Ferhat Çelîk hatibû vekirin.

Rûniştana biryarê ya dozê li Dadgeha Adliyeya Ceza ya Westanê çêbû. Rojnamevanên nav birî, beşdarî rûniştinê nebûn. Dadgehê bi hinceta ku sernavê nûçeyê “Dilê wî li ber çeka polîs di serdegirtina malê de dirêjî wî kir, neda” polîsêîn dewleta Tirk piçûk xistiye, 6 meh ceza li Hulya Emeç û Hafize Tunuç birrî. Lê biryara aşkerakirina hukm taloq kir.

Derbarê rojnamevan Guzupek, Muftuoglu ve Çelîk de jî biryara beraetê da.

 

MA/WAN