Li dû dîmenên ku fragmaneke biçûk a fîlmê li ser Kobanê ye, Îhsan Kaçar ji beşdaran re çavdêrî û şahidiya xwe ya li Kobanê vegot. Kaçar çavdêriyên xwe yên Kobanê parve kir û der heqê projeya "Jinên Şer" de beşdarên pêşangehê agahdar kir. Kaçar ragihand ku wî bi zêdeyî 1260 jinan re hevdîtin kiriye û çîrokên wan qeyd kiriye. Kaçar anî ziman ku ev yek beşeke biçûk a xebata wî ye, ev xebat hînê dewam dike.

Mîhrîcanê doh bi hevpeyvîna li ser wêjeya Kurd a bi beşdariya Sûzan Samanci li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîlleneûf Saînt Georgesê dewam kir.

Îro jî wê rojnamevan Fûat Kav û mûzîsyen Merdan Zirav wê beşdarî panelê bibin. Dûre Dîwana Evdalê Zeynikê wê kevneşopiya dengbêjiyê ya muzîka Kurd bigihîne Parîsê. Mîhrîcan piştî nîşandana fîlman û mûzîkê wê roja Şemiyê bi pêşbirka Govendê di êvara 11'ê Nîsanê de bi dawî bibe. 


 PARÎS