Li gelek taxên bajarê Reqayê şerê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de dewam dike, şervan bi pêş ve diçin û 35 sivîl jî doh hatin rizgarkirin. Li bereya Dêra Zorê ya hemleya Bagera Cizîrê de jî her roj bi sedan kes tên rizgarkirin.   

Li gorî agahiyên ji herêma şer a Reqayê hatine girtin, doh li taxa Emîn, Hena û çerxereya El-Neîm a navenda bajarê Reqayê şerên dijwar di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de rû didin. Li taxa El-Nehda ya aliyê rojava yê bajarê Reqayê şer bi dijwarî  rû dide û şervanên QSD`ê ber bi mizgefta Îmam El-Newewî  bi pêş ve diçin. Li taxa Endelos aliyê bakurê yê Reqayê şer didome.

Di encamên şerê li van taxan de gelek çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûn.

Di heman deme de tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê 35 sivîl li taxa El-Nehda ya Reqayê rizgar kirin û ew gihandin cihên ewle.


Bi hezaran sivîl hatin rizgarkirin 

Şervanên QSD’ê, di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, bi hezaran sivîl ên ji Dêra Zorê rizgar kirin. 

Şervanên QSD’ê, di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de her roj bi sedan sivîlan rizgar dikin û digihînin herêmên ewle. Şervanan doh jî bi hezaran welatiyên sivîl ên ji Dêra Zorê rizgar kirin û gihandin herêmên ewle. 


 REQA / DÊRA ZORÊ