Li Rojava di warê zimanî de fenomenên nû yên civakî

  • Di warê zimanî de ev fenomenên nû yên civakî bi têgeh û peyvên “Hevaltî” û “Jin” di çarçoveyekê de tên bicihkirin. Ew jî weke peyv û gotin esas îşaret bi manedariya awayê têkiliyên dostane yên di navbera cinsan de û rolên giştî yên jinan dike. 

 

REMEZAN MENDAYÎ

 

Kurdan û dostên wan 19’ê Tîrmeha bihurî li gelek deverên dinyayê dehsaliya Şoreşa Rojava pîroz kir. Rast e hîna şerê çekdarî bi komên Îslamî re dewam dike. Nexasim şerê YPJ’ê li dijî DAIŞ’ê kete rojeva dinyayê jî. Lê ya ku esas di warê dîrokî de jî manedartir e, ew e ku veguherîna demokratîk-siyasî şoreşa civakî ya li Rojava ye. Ji deh salan ve, miletên Rojavayê Kurdistanê, û Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe li ser bingehê hizra Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan xwe bi rê ve dibin. Xwerêveberiya gund, kolan, tax, bajar û herêman di çarçoveya avahiyên siyasî yên komunal û li gorî demokrasiya li cihêcih, bi cih tê anîn. Bi dehhezaran mirov û nexasim jî beşdarî vê rêveberiyê dibin, teşe didinê û barê wê hildigirin. Ev xwerêveberî di warên civakî yên weke perwerde, ewlehiya hundirîn, xizmeta tenduristiyê, çand û huner, hiqûq, siyaset û çapemeniyê. Avahiya siyasî ya van warên civakî yên giştî xwe disipêre bingehê normatîf ê Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî. 

Heta wê kêliya guherîna şoreşgerî ya 19’ê Tîrmeha 2012’an, ev warên civakî yên li jor me navê wan bir, bi awayekî navendî, ji jor ber bi jêr ve bi destê dewleta netewe ya Sûrî, esas desthilata wê ya yekpartiyê ya rejîma Esed dihatin kontrolkirin. Îro roj siyaset û xwerêveberiya li Rojava, esas bi hikûmeteke gel a nenavendî û demokratîk çêdibe.

Di nava dewleta Sûrî de mîrov û nexasim jî Kurd, esas ji rêveberî û siyasetê hatibûn dûrkirin. Çawa beramberî civakê hemûyî peywendiya dewleta netewe ya navendî ji jor ber bi jêr ve bû û hiyerarşîk a newekhev e, wisa jî peywendiya dewleta netewe beramberî mirovan ji jor ber bi jêr ve û hiyerarşîk a newekhev e: Qanûnên wê û zora (tundiya) wê beşên berfereh ên jiyanê diyar dikin. Weke berevajiyê wê, ji şoreşê û vir ve, tişta ku civakî û giştî ye û tişta ku siyaset e, bi rêya tevnên mirovan ên li komunan, di navbera komunan de û temamê sazî û dezgehên din ên xwerêveberiyê bi awayekî yekser demokratîk û dînamîk tên birêkûpêkkirin. Mirov gava berê xwe dide vê pêvajoya veguherînê û lê hayil dibe, hingê mirov tesbît dike ku pêvajo û peywendiyên van deh salên dawî yên bi li Rojava, guhertin û nûkeriyên bigehîn in. Ji ber van xisletên xwe yên sereke, şoreş tesîrê dike li mijarên mezin û yekeyên mezin ên weke dewlet, desthilat, civak û pirsa civakîbûnê bi giştî jî. 

Di warê civakî de gava ku mirov li meseleyê binihêre, li aliyekî guhertineke bingehîn a jiyanê bi rê ve diçe û li aliyê din jî guhertineke esasê civakî li dar e. Esas, di heman demê de gelek pêvajoyên dîrokî bi rê ve diçin, û li ser her pêvajoyê divê yan jî diviyabû gelek lêkolîn û xebatên cuvaknasiyê û yên din ên zanistî bihatana birêvebirin û kitêb li ser wan bihatana nivîsandin. Û bi rastî jî menzîla Şoreşa Rojava ne tenê bi mirov û komên piştgirê wê re sînor dar e, ew di warê zanistê de her roja dibihure bêhtir xwe di bîreweriyê de dide der. Em lazim e bi hewas û kelecan li bendê bin ka projeya Rojava wê hîna çi destketiyan bi xwe re bîne û ev ê çawa tesîra xwe li temamê Rojhilata Navîn bike û tîna xwe ji wê û wêde jî bide.

 

Tesîra dualî ya Şoreşê û avahiyên civakî

Pirsa sereke li vir ya ku ez ê pê dakevim, lêkolîna min a civaknasiyê ya li ser Rojava ye, û ew jî rewşa nû ya civakî, nexasim jî rêxistinên li zemînê û her wiha fikr û nirxên Konfederalîzma Demokratîk, çawa tesîrê li mirovan û jiyana wan a rojane dikin û ka ev tesîrên hanê çawa di ser kirin û pratîkên jiyana rojane ya mirovan re tesîrê li avahiyên (strukturên) civakî dikin. Ev pirseke pirr tevlihev a civaknasiyê ye, ji ber ku gelek alî û warên tişta civakî yên weke rêûresm, aborî, jiyana rojane, têkiliyên di navbera cinsan de exlaq, ziman, dem û dezgeh, pîvanên kevin û yên ku halê hazir diguherin, dîrok û roja îro, û gelek mijarên din divê werin lêkolan, û her wiha lazim e bitûnê wê di çerxa parçeyên wê de bi rêbazên zanistî were şirovekirin.  

Ji bo çarçoveya vê gotarê ez dixwazim berê xwe bidim nimûneya mirovên di komunan de çalak û bi rêya wan raxînim ber çavan ka çawa li vir “guhertineke esasî” di têkiliyên di navbera cinsan de di jiyana rojane de darîçav bûye.

 

Têkiliyên ji rêûresmê yên cinsan li Kurdistanê

Herçî civaka ji rêûresmê ya Kurd e, nisbet bi têkiliyên cinsan ên giştî û dabeşkirina rolan a li gorî cinsan de xwedî strukturên exlaqî yên welê ye yên ku dişibin civakên din ên li Rojhilata Navîn. Xisleteke esasî ya vê struktura exlaqî ew mane û rola jinê û bedena jinê ye, ya ku bi têgeh û saziya civakî “namûs”ê tê terîfkirin. Herçî kompleksa namûsê ye, ew jî bi wayekî dîrokî bi rêye dîn û manebarkirinên baviksalar hatiye rewakirin. Xisleteke vê fenomena civakî ya diyarker ew e ku namûsa mêr û tevahiya malbatê yan jî eşîrê esas bi bi jinê û bedena wê ve tê girêdan. Çavkanî û dîroka vê qewimînê hîna nayên zanîn, tevî ku gelek tişt îşaret dikin bi beridîna wê ya paralelî şaristaniya baviksalar a dewletdar. Xwedanader û encamên wê yên daimî di nava civakê de dikarin heta roja me ya îro jî bên dîtin. Ez dixwazim li vir behsa du encamên darîçav ên civakî bikim ên ku yekeya exlaqî namûsê kiriye ew teşe bigirin û avahiya wan diyar kiriye. Yek jê têkiliyên cinsan ên ji derveyî mekanê malbatê ye, yan din jî dabeşkirina rolan li gorî cinsan di warê şexsî yên nava malê û di warê giştî yê derveyê malê de. Her du fenomenên civakî yên ku elaqeya wan bi hev re heye, mirov dikare kurt û Kurmancî wiha terîf bike: Jin berpirsiyar e ji karên nava malê û mezinkirina zarokan, li aliyê din her çî meydan û mekanê giştî ye, ew yê mêran e. Ji ber namûsê azadiya wan a tevgerê bi awayekî şidayî bi malê hatiye sînordarkirin. Ji vê û wê de, têkiliyên cinsan ji ber namûsê bi awayekî mubalexekirî hatine terîfkirin, bi vî awayî destûra jinan nebû ku têkiliyên civakî bi zilamên li derveyî malbatê re - yanî bav, bira, hevjîn, kur, tî û wekî din - deynin. Helwêsteke bi namûs, peywendiyên necinsî bi zilamên “xerîb” re qedexe dike. Encama pêvajoyî û xwe bi rêya rêûresman di nava civakê de bicihkirî ya vê avahiya civakî ew bû ku jin û jiyana wê ya rojane di nava malê de bê asêkirin, jiyana wê ya rojane bi malbatê sînordar bû û malxê malê yê mêr li gorî baviksalariyê li ser wê serwer bû.  

 

Şoreşa Jinê li Rojava

Di Şoreşa Rojava de bi avakirina sazî û dezgehên li zemînê civakî demokratîk yên weke komun, komîsyon, meclîs yan jî bipêşxistina warên weke perwerde, ewlehiya hundirîn yan jî zanist û ragihandinê, kir ku “zincîrên jinan bên qetandin” û kir ku ew ji mekanê nava malê û ji rolên ji rêûresmê karibe derkeve. Jin jin hingê ve tevahiya warên civakî diyar dikin û di navê de rol û fonksiyonên cihê digirin, yên ku heta hingê bi awayekî ji rêûresmê yên mêran bûn.  

Lê belê çawa dibû ku fenomena namûsê û reûresmên pê re elaqedar di warê têkiliyên cinsan de li paş bên hiştin, eynî weke ku hîç berê nebin? Ji bo vê em ê berê xwe bidin pirsa, ka gelo rabihuriyeke ku ev guherîn amade kir, berê hebû yan na. Ji bo vê jî ez ê her li meydana komunan bimînim, da ku bersiva pirsê peyda bikim. 

Komun yekeya pêşî û ya bingehîn a temamê sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ne. Di her komunê de 100 ta 250 malan dikarin hebin. Yek ta çar komunan bi hev re “komîngehekê” parve dikin. Ev komîngeh avahiyeke giştî ye ya ku di dema saetên xebatê de li her kesî vekiriye; dibe ku mirov tenê herê lê çayekê jî vexwe. 

Xwerêveberiya cihî ya komunan ji du warên sereke pêk tê: Rêveberî (Îdare: xizmetên sereke û dabeşkirina çavkaniyan) û siyaset (weke nimûne, hiqûq, perwerde yan jî xizmeta tenduristiyê). Aktorên sereke yên rêveberiyê û siyasetê yên komunan hevserok û endamên komîsyonan in. Di vî karî de jin û mêr bi hev re û hevpar kar dikin sebaret bi karûbarên giştî û li komîngehan. Yan jî ew weke hevserokan diçin serdana malên di komuna xwe de. Ev jin û mêr bi hev re ne zewicî ne û - li deverên ji gundekî mezintir - ew pirraniya caran ne xizmên hev in jî. Kurt û Kurmancî ji Şoreşa Rojava ve warê giştî û yê siyasî bi destê jin û mêran bi hev re tê birêvebirin, û ji bo vê jî em dibînin ku rola jinê guheriyê ji mekanê navmalê ber bi mekanê giştî ve. Ew sînordarkirina manewî û mekanî ya tevgeriyanê ya ku bi rêya namûsê li ser hatibû ferzkirin, betal bûye û ew bi hev re û - qet nebe fermî- hevmafê wan mêrên ku bi xizmantiyê nagihîjin wan jî di nava siyasetê û birêvebirina jiyana rojane de ne. Helbet peywendiyên baviksalarî û newekhev di bin perdeyê dewam dikin û rêyeke dirêj hêna heye da ku hevmafiyeke civakî ya temamî were avakirin û misogerkirin. Lê belê li paş xwe hiştina benda namûsê re, êdî rêya ber bi vê yekê re hatiye xweşkirin.

 

Rola ziman û têgehan

Di warê zimanî de ev fenomenên nû yên civakî bi têgeh û peyvên “Hevaltî” û “Jin” di çarçoveyekê de tên bicihkirin. Ew jî weke peyv û gotin esas îşaret bi manedariya awayê têkiliyên dostane yên di navbera cinsan de û rolên giştî yên jinan dike. “Hevaltî” weke têgeh peywendiya necinsî, dostane, hevrêtiyê yan jî civakî-siyasî ya di navbera jin û mêran de tarîf dike. “Jin” yan jî “Jina azad” jî ji bo jina nû ya di warê giştî û siyasî de cihê xwe digire. 

Di jiyana rojane ya komunan de min di nava 6 mehên ku li Amûdê bihurandin, çavdêriya wê kir, çawa jin û mêr hevdu weke heval bi nav dikin û têkiliya wan a siyasî jî li dora “hevaltiyê” hatiye hûnandin. Herçî jinên di nava komunan de ne, ew yan tenê “jin” in yan jî “hevalên jin” in. “Jin” esas li vir şûna têgeh û peyvên din ên di zimanê Kurdî de digire yên ku elaqeya wan bi piçûkxistinê yan jî pîskirinê heye; weke nimûne jinik.  

Bi awayekî gelekî darîçav ev babeta ez pê dadikevim, veguherîna têkiliyên di navbera cinsan de û rol û maneya jinan, bi van gotinên hevserokekeke komuneke Amûdê xwe îfade dike: 

“Rabû îja hevala hingî go de her tu xwe bike serok û virde û wêde û hevalê min jî hat zilamê min qaneh kir, rabû ji me re civîn çêkirin, ez bûm seroka komînê, kêfa min hat yanê.”

Wê behsa wê pêvajoyê dikir, ka çawa di nava komunê de cih girtiye bûye hevseroka komunê. Hevjînê wê hatiye qanehkirin, lewma ji ber “urf û adetên berê” serê pêşî ne bi dilê wî bû. 

Li vir “heval” hevserokê mêr e. Em bi rehetî tesbît dikin ku têgehên fenomen û peywendiyên nû, xwe berdidin yan jî xwe berdana nav zimanê rojane yê xelkê û 

di heman demê de ziman nûyê û veguherînê jî îfade dike. Ev nimûneya kurt, eşkere nîşana wê guherîna esasî û şikestinên elaqedarî pirsa jinê û ya demokrasiyê ye.

Rabihuriya dîrokî û destpêka şoreşê

Min li jor pirsî bû gelo çi rabihuriya Şoreşa Jinê û Şoreşa Rojava heye ku kiriye ev pêvajo û çerxa wê bigerin. Ji bo pirraniya civaka Kurd bersiva pirsê hêsan e, lewma ji dehê salan ve ew ne tenê şer li wan diqewime û ew li ber xwe didin, lê ew di heman demê de veguherîneke civakî tecrûbe dikin. Û ew ji tesîra şerê çekdarî û wêde diçe. Ew rastiya jinên Kurd û Tevgera Azadiyê nas dikin, û ew rastî bi gelek awayan bandorê li wan dike. Çawa ku ev yek ji bo temamê Kurdistanê lê ye, bi taybetî ji bo Rojava lê ye. Lewma Abdullah Ocalan hê sala 1979’an çûbû Kobanê, Rojavayê Kurdistanê. Wî li wir tevî bi sedan kadroyan karê ajîtasyona siyasî û perwerdeyê di nava Kurdan de dikir. Abdullah Ocalan di salên 1990’î de di analîzên xwe yên navdar de bi awayekî xurt serê xwe êşand bi “Jin û malbatê li Kurdistanê”. Wî di van analîzên xwe de bi awayekî rexneyî nexasim malbata ji rêûresmê û mijara namûsê danî ber xwe û bi wan daket. Yek ji serketinên Abdullah Ocalan ew bû ku wî di van pêdaketinên xwe de wî karîbû maneya “jiyaneke bi şeref/binamûs” hem ji bo mêran û hem jî jin bo jinan ji bedena jinê qut bike û bixe nava warê siyasetê.

Ji bilî vê gelek Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê di nava şêrê azadiya Kurdistanê de cihê xwe girtin. Maneya vê di heman demê de ew bû ku nirx û çanda Tevgera Azadiyê li Rojava di nava xelkê de sînerjîk û bi girêdaneke hissî û exlaqî berbelav bibe. Em bêguman dikarin bibêjin ku tovên destpêkê yên Şoreşa Jinê divê serdema civakî û ronakbîrî a berxwedanê de hatina reşandin. 

Em lazim e beriya vê gotarê bi dawî bikin, berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê jî û binihêrin li pêvajoyên li wir bi rê ve çûyî, têgehên li wir nû avabûyî yan jî maneyên nû li wan hatin barkirin. Lewma ev yek dike ku em peywenda dîrokî ya têkiliyên di navbera Tevgera Azadiyê û Şoreşa Rojava de eşkere bibînin. Veguherîna di têkiliyên di navbera cinsan de, maneyên nû yên li mêrbûn û jinbûnê hatine bar kirin, birêxistinkirina xweser a jinan û tecrûbeyên nû yên bi peyv û têgehên ‘Jin’ , ‘Jina azad’, ‘hevaltî’ yan jî ‘heval’ encamên pêvajoyên civakî ne, yên ku pêşî li çiyayên Kurdistanê hatin bipêşxistin û ji wan çiyayan wan xwe ji çemekî dîrokî berda gelî, newal û deştên Kurdistanê.

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.