Li Rojava zimanê Kurdî ji sala 2012`an ve gelek gavên mezin avêtin. Piştî xebateke mezin ku bi salan hate meşendan bingehên parastina zimanê Kurdî hatin danîn û di dibistanan de hate xwendin. Navendên lêkolînê hatin sazkirin.
ŞÎNDA EKREM/YARA MIHEMED / ANHA/QAMIŞLO
21’ê Sibatê roja zimanê dayikê ya cîhanê ye. Bi vê rasthatinê, rewşa zimanê kurdî û zimanên di rewşa zimanê Kurdî de li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî ket rojeva pêwendîdaran.
Gelê Kurd ê tevî siyasetên çewisandinê yên pergalên dagirker, zimanê zikmakî parast. Gelê Kurd li Rojava bi taybetî piştî Şoreşa Rojava di 19`ê Tîrmeha 2012`an de di warê ziman de gavên mezin avêtin. Destpêkê ziman li nava malan, piştre li dibistan, akademî û zanîngehan bi kar anîn û perwerde kirin.
Kedkarên ziman û perwerdeyê yên Rojava der barê rewşê de axivîn.
Gulê Hesen ji avakerên destpêkê yên Saziya Zimanê Kurdî û endama rêveber a saziyê ye girêdayî pêvajoya avakirina saziyê û astengiyan axivî û got: “Beriya şoreşê, çalakiyên fêrkirina zimanê Kurdî li Rojava sînordar bûn. Gavên wê yên destpêkê di 2007`an de hatin avêtin. Xelkê veşartî di malan de fêrî tîpên kurdî bûn.”
Rola SZK Rojava
Gulê diyar kir ku di despêkê de ji ber kêmbûna hejmara kadroyên perwerdeyê, tunebûna materyalan, dayîkan roleke çalak di dibistanan de lîstin. Çîrokên Kurdî ji zarokan re gotin.
Saziya Zimanê Kurdî di dirêjahiya salan de bi hezaran mamoste tevî materyalên bi zimanên tevahiya pêkhateyên herêmê amade kirin.
Bi ragihandina Rêveberiya Xweser re bi koordîneya Desteya Perwerde û Fêrkirinê, perwerde li gorî materyalên nûjen li rex parastina zimanên pêkhateyên herêmê di dibistanan de hate dayîn. Fakulte û peymangeh li bajarên Rojava hatin vekirin.
Navendên Lêkolînê hatin avakirin
Endama rêveber a Saziya Zimanê Kurdî Viyan Cûdî jî got: “Di 15`ê Gulana 2019`an de bi boneya Roja Zimanê Kurdî re navenda lêkolînan a girêdayî Saziya Zimanê Kurdî hate avakirin. Armanc ji avakirina vê navendê pêşxistina ziman û wêjeya Kurdî û yekkirina têgehan e.
Bi rêya karê xwe di çarçoveya lêkolînan de me xwe gihand gelek kesên têkildarî karûbarên zimanê Kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê da ku nêrînên xwe girêdayî pêşxistina zimanê Kurdî parve bikin.”
Viyan da zanîn ku komîteyên Saziya Lêkolînan niha pirtûkên lêvegera rêzimanê Kurdî û ferhengan amade dike. Ev berhem ji hêla kesên pispor ve li gorî bingehên zanistî û mîrasa çanda Kurdî û lêvegerên Kurdî di warê wêje de tên amadekirin.
Materyal hatin amadekirin
Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Salih Ebdo girêdayî keda desteyê di warê perwerde û parastina ziman dayikê de got: “Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser me bi Saziya Zimanê Kurdî re dest bi avakirina Rêveberiya Dibistanan li tevahiya herêman kir. Piştî rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê me bi Saziya Zimanê Kurdî re kar kir da ku materyalek ji tevahiya astên xwendinê re amade bikin. Wek gava duyemîn me bi koordîneya Saziya Zimanê Kurdî û Rêveberiya Zanîngehan û Saziya Materyalan me navenda amadekirina lêvegerên zanîngehan vekir. Tevahiya babetên xwendinê ji zimanên Erebî û Kurdî re têne wergerandin.”
Artêşa Tirk dibistan kirin hedef
Piştî êrişan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Efrînê heya bigihêje Serêkaniyê û Girê Spî gelek dibistan wêran bûn, bi hezaran şênî ji warên xwe koçber bûn. Her wiha bi hezaran zarok ji mafê xwendina bi zimanê dayîkê mehrûm man.
Li gorî serjimariya Komîteya Perwerdeyê li kantona Efrînê hejmara xwendekarên ku fêrî zimanê Kurdî dibûn zêdetirî 45 hezar xwendekar bû.
Li herêma Cizîrê beriya dagirkirinê hejmara mamosteyan 19 hezar bû. Hejmara dibistanan 2 hezar û 225 bû. Lê piştî êrişan û dagirkirina Serêkaniyê, Til Temir û gundên girêdayî wê perwerde li 150 dibistanan rawestiyan.
Ji aliyê xwe ve Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê hewl da prosesa perwerdeyê di kampên koçberan de yan jî cihên tê de dimînin carek din dewam bike.
Ji bo wê mamosteyên ku neçar mane koçber bibin piştî koordîneya bi rêveberiyên herêmên dagirkirî re carek din hatin erkdarkirin da ku prosesa perwerdeyê bidome.