Kurdên li Rûsyayê dijîn komploya navneteweyîya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.
Li navçeya Yerşovê ya Saratova Rûsyayê Kurdan komplo protesto kirin. Serokê Otonomiya Çanda Kurd a Yerşovê Mîrzalî Yûsûbov û hunermend Bakî Ahmedov di çalakiyê de axivîn . Axaftvanan diyar kir ku azadiya Ocalan wê bi kêrî gelê Kurd û Tirk were.
Kurdên li bajarê Yekaterîngbûrgê dijîn jî li Mala Hunerê komplo protesto kirin. Berpirsê Yekîtiya Êzidiyan Xidirê Gogê û li ser navê ciwanan Rustemê Şahîsmaîlê Temoyî axivîn û diyar kirin ku wê ji bo azadiya Ocalan têbikoşin.
Zarokên Kurdên li navçeya Novoaleksandrovsk a herêma Stravrapolê jî ji bo Ocalan çalakiyek li dar xistin. Zarokan diyar kir ku ew ji Ocalan hez dikin û ew ê li ser şopa wî bimeşin.
NAVENDA NÛÇEYAN