Li gorî ajansa fermî ya dewletê ji roja duşemê de hêzên ewlekariya Sûriyeyê li paxçeyên taxa Meydan şerên dijwar bi komên çekdar re dike. Li gorî heman çavkaniyê hêzên ewlekariyê gelek ji endamên komên çekdar kuştine.
Ji aliyekî din ve li gorî çavkaniyên çalakvanan jî şer û pevçûnên li paytext Şamê dijwar bûne. Li gorî serokê dezgeha mafê mirovan a ku navenda w êli Londonê ye Ramî Abdulrehman ji ajansa Fransayê re daye xuyakirin ku ev cara pêşî ye li taza Mîdan a Şamê ku wesayitên zirxî û leşker tên dîtin. Ev yek j îli gorî Abdurehman gefeke mezine ji bo rejîma Esed. Ne tenê li vê taxa Şamê lê li gelek taxên din jî ên wekî Esalî, Xalid Bin Welîd, Cober, Qabûn, Berzê û Kefer Sûsê jî êdî şer û pevçûnên dijwar çêdibin.
Li gorî agahiyên Artêşa Azad jî taxên Mîdan û Tedamun ji bin kontrola rejîmê derketiye û destwerdana van taxan ji derve ve tê kirin,hêzên rejîmê ji devre van taxan topenaran dikin.
Îdîaya çekên kimeyvî
Ji aliyekî din ve Sefîrê Sûriye yê Brxdayê Newaf El Faris ê ku ji rejîma Sûriyeyê veqetyaye da xuyakirin ku metirsiyek mezin heye ku Beşar Esed çekên kîmyewî bikar bîne. Her wiha Fariz da xuyakirin ku li pişt piraniya teqînên mezin ên kul i bajarên Sûriyeyê qewimîn dîsa dewleta Sûriyeyê heye ji ber ew rêxistina El Qaîdeyê ji b ovan karan dide bikaranîn.
Faris di berdewamiya axaftina xwe de got ku rejîma Beşar Esed tucaran bi riya diyalogê dest ji desthilatdariyê bernade û ew amadeye ku gelê Sûriyeyê tevî bikuje ji bo ku dest ji desthilatdariyê bernede. Wekî tê zanîn berî demekê rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî şer li Sûriyeyê diqewime wekî şerê navxweyî binav kiribû.
ŞAM