Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li kantona Şehbayê amadekariyên sala perwerdeyê ya 2019-2020‘an dike. Wê 8‘ê Îlonê deriyê dibistanan vebe.

Rewş û azara li pêşberî şêniyên kantona Efrînê yên neçar mane li kantona Şehbayê bi cih bibin, li pêş perwerde û fêrkirinê nebû asteng. Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) bi derfetên kêm dest bi amadekariyên pêşwazîkirina sala nû ya perwerdeyê kir.

Di çarçoveya amadekariyan de KPC-D‘ê dest bi sererastkirin û restorekirina dibistanên wêrankirî kir.

Mamosteyan jî ku dewreyên perwerdeyê yên pêşxistinê di betlaneya havînê de standibûn, roja yekşemê dest bi dewama rêveberiyê kir.

Li gorî arşîva KPC-D’ê, hejmara xwendekaran a îsal wê nêzî 13 hezar xwendekar bin. Ji wan 10 hezar ji bo qonaxên seretayî û navîn û 3 hezar jî ji bo qonaxa amadeyî. Xwendekar wê li nav 64 dibistanan werin belavkirin.

Li aliyekî din jî KPC-D’ê pêdiviyên xwendekarên qonaxên seretayî û navîn ji kel û pel ango wekî qelem, defter û hwd ji tevahî dibistan û kampan re amade kir û ji wê jî zêdetir cilên zivistanê jî dabîn kirin.

Di vî warî de berdevkê KPC-D’ê yê herêma Efrînê Narîman Sîdo diyar kir ku dest bi amadekariyên vekirina dibistanan li kantona Şehbayê kirine.

Li gorî KPC-D’ê wê pêşwazîkirina xwendekaran di 8’ê Îlonê de dest pê bike.

 

ANHA/ŞEHBA