Li Şehbayê merasîm ji bo 3 şehîdan

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê doh merasîmek li Kampa Berxwedanê ya li kantona Şehbayê ji bo şervanekî QSD`ê Şehîd Reşîd Mûsa (Xabûr Hawar), û 2 şervanên YPJ`ê; Bêrîvan Hisên (Şayan Sebrî) û Şîlan Hedad (Binefş Cûdî) ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûn, li dar xist.
Di merasîmê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama rêveberiyê Sûreya Hebeş, bi navê Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê Fatime Lakto û bi navê Meclisa Kantona Şehbayê endama meclisê Ezîzê Beşar axivîn.
Endama Meclisa Kantona Şehbayê got, lehengiya ku di parastina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk hat, wê rêya ber bi serkeftin û derxistina dagirkeran ji Sûriyê be.
ANHA/ŞEHBA
