Li Silêmaniyê bi boneya Roja Gelan a Resen bi şîara ‘Aştî û bi hev re jiyanê’ festîvala gelan hate lidarxistin.
Li Parka Azadî ya Silêmaniyê, Tora Gelên Kurdistanê bi boneya Roja Gelan a Resen bi şîara ‘Aştî û bi hev re jiyan’ festîvala gelan organîze kir. Bi sedan kes beşdarî festîvalê bûn.
Festîvalê bi rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir. Piştre meşaleya agir ji aliyê nûnerên gelên Kurdistanê ve hat pêxistin.
Serokê Tora Pêkhateyên Kurdistanê, Newzad Polis axivî û got; “Em ji hikûmet û parlamena Herêmê daxwaz dikin ku mafê gelên resen ên Kurdistanê bêparastin. Mafê gelên Kurdistanê bê parastin. Çawa ku li Parlamena Herêmê kota ji bo Tirkmen û Mesîhiyan heye ji bo Êzîdî, Zerdeştî û Yarsaniyan jî hebe.”
Piştre Waliyê Silêmaniye Heval Ebubekir axivî û got: “Divê em hevdu weke diyanet û gel hevdu bipejirînin. Ji bo ku em bihêztir bibin, rêzê ji hevdure bigirin. Bi vê hêzê em Kurdistanê ber bi pêş ve bibin.”
Her wiha di festîvalê de muzîk û govenda gelan jî hate pêşkêşkirin. ROJNEWS/SILÊMANÎ