Komek ciwanan xwest li Zanîngeha Silêmaniyê pirtûkên ku di nava wan de pirtûkên Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan û Sakîne Cansiz jî hene, bifiroşin lê ji aliyê asayîşê ve hatin destgîrkirin.
Endamên Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê, Simko Qadir Ezîz û Nûda Mihemed Elî doh li ber zanîngeha Silêmaniyê dezgeha pirtûkan danî.
Di nava pirtûkan de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd, Abdullah Ocalan, pirtuka Sakîne Cansiz a bi navê ‘Jiyana min her şer bû’, û hinek pirtûkên fikrî yên nivîskarên cuda jî hene.
Lê piştî demekê, hêzên asayîşê hatin cihê dezgehê û herdu ciwan destgîr kirin û hemû pirtûk jî desteser kirin. Hinceta destgîrkirinê nehat zanîn.
Rêveberên Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê, diyar kir ku dema herdu endamên wan li ber zanîngeha Silêmaniyê pirtûk difirotin, li gel pirtûkên bi wan re, ji aliyê asayîşê ve bi awayekî kêfî hatine destgîrkirin. Niha em nizanin li ku derê ne.
ROJNEWS / SILÊMANÎ