Di bîranînê de li ser navê malbatên şehîdan Dayika Elîf axifî û wiha got: "Şehîd ronahiya rêya mene, em wekî malbatên şehîdan bi wan serbilindin Eger îro li Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojava tevgerek û rêxistin hebe ev di saya siyaset û ramanê Serok Apo ye û pêwîste em wekî malbatên şehîdan xwedî li ramanên Rêber Apo derkevin."
Merasîma girseyî piştî axaftin û xwendina peyaman bi xwendina mevludê berdewam kir. Mewlud ji aliyê endamê Civaka Îslamiya Kurd (CÎK)ê mele Mahsum ve hate xwendin. Dîsa di merasîmê de, ji Komisyona Baweriyan a Meclîsa Gel a Stuttgartê nivîskar Haşîm Kutlu jî gulbanga şehîdan xwend. Bîranîna girseyî bi belavkirina xwarin û şîraniyê bi dawî bû.
ABDURRRAHMAN KARATAŞ / STUTTGART