Rûsyayê da xuyakirin ku ew heta dawî piştgiriya xwe ji bo pêkanîna plana nûnerê Yekitiya Ereban û Netewên Yekbûyî yê taybet bo Sûriyeyê Kofî Annan dikin da ku çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re bibînin û dawî li tundiyê bînin. Tevî vê daxuyaniyê tu guhertin ji alî helwesta Rûsyayê ji hikûmeta Sûriyeyê nehatiye guhertin. Rûsyayê dibêje kelema herî sereke li pêşiya çareseriyê piştgiriya hêzên devre ya ji muxalefeta çekdar re ye. Ev daxuyaniyên Rûsyayê di dema serdana Kofî Annan a Rûsyayê de hate ziman.
Di heman demê de hêzên rejîma Sûriyeyê jî bê navber operasyon û êrîşên xwe yên li ser muxalefeta çekdar berfireh dibin û bi taybetî jî di dema dawî de êrîşên li dijî bajarê Humsê ku wekî navenda muxalifan tê binavkirin zêde bûne.
Her wiha operasyonên artêşa rejîma Sûriyeyê li bajarên Dera, Idlib û Hemayê jî berfireh dibin. Rûsyayê da xuyakirin û hişyar kir ku hewldana Annan dibe ku firsenda dawî be ji bo çaresertiyê û pêşîgirtina l işerê navxweyî. Kofî Annan roja sêşem û çarşemê jî serdana Çînê dike da ku piştgiriyê bidin plana wî ya ji bo çareseriyê.
Jı aliyekî din ve muxalefeta ku navê Konseya niştimanî li xwe dike û wekî meclisa Stenbolê tê naskirin hewl dide ku dîsa li ser piyan bisekine û bi navê ji nû ve avakirina vê konseyê bang li aliyên din ên muxalefetê dike ku di bin banê vê konseyê de xebatê xwe bikin û yekitiyekê di nava muxalefetê de peyda bikin. Lewre jî konferansek li Stenbolê tê lidarxistin û ev konsey
Piştî ku ji alî raya giştî ya Sûriyeyê û hêzên navnetewî jî nehate qebûlkirin dixwaze xwe ji nû ve ava bike. Ev muxalefeta ku di bin siya dewleta tirk de hatiye avakirin û bi serdestiya Ixwan Muslimînan tê birêvebirin ji bo ftirs û fikarên di nava gelê Sûriyeyê de ji holê rabike giştînameyek weşand. Di vê giştînameyê de hewl dide ku xwe ne wekî misilamên radîkal lê wekî rêxistineke demokrat ku tu cidahiyê naxwe nava gel û olên cuda ên Sûriyeyê nîşan bide û bernameya xwe ya ji bo paşeroja Sûriyeyê ya piştî Esad pêşkêşî gelê Sûriyeyê kir.
ŞAM