Doza 49an!... Di dîroka Komara Tirkiyê de, yek ji bûyerên rûreşiyê ye. Guman dikim ku her kes vê bûyêra trajîk dizane. Bûyer di demjiyanek organîze a Tirkiyê de pêk hat!.. Darbeya eskerî ya 27ê Gûlana 1960, yek ji van demjiyanên organîze ye.
Berî darbeya faşîzan a 1960î, bi 14 mehan 50 xwendekarên kurd, hatin girtin.
Hingî jî, medya Tirk, roleke neyînî û di radeya „nazîzma tirkî“ de lîstin. Rojnameya Akşam, di 15ê Nîsana 1959an de, di manşêtê de wiha nivîsî: „102 xwendekarên kurd yên zanîngehan, îddîa kurdîtiyê dikin“ û di berdewam nûçe de, dihate gotin ku, biqasî Turkmenên ji aliyê Mustafa Barzanî ve hatine kuştin, divê hewqas ji Kurdin li Tirkiyê werin kuştin. Kurdan ev bê exlaqiya rojnamê, bi telgraf û nameyan şermezar kirin. Telgraf, ji serokkomar, serokwezîr, ji serokê parlamento, Emerîka, Almanya, Îtalya, Fransa û Îngiltêre re şandin. Dibin telgrafan de „Kurdên Tirkiyê“ hatibû nivîsandin. Hemberî ku, çalekiyek demokratîk bû, lê balkêş bû. Ji qirkirina Dêrsimê û vir ve, yekemîn car bû kurd, çalekiyek wiha lidardixistin. Ev dihate wateya ku kurdan tozika mirinê ji ser xwe avêtine. Lê dadgehên nazîzma tirkîtiyê dereng neman, her cûra nivîs, weşanên kurdî û derbarê kurdan de qedexe kirin. Di wê demê de jî, yanî di 31ê Tebaxa 1959an de, Canîp Yildirim û Yusuf Azîzoglu, li Amedê rojnameya „Îlerî Yurt-Welatê Pêşketî“ derdixistin û helbesta Musa Anter QIMIL, di rojnamê de weşandin.
“Bi çîya ketim lo apo, çîya melûlbûn rebeno
Ceh seridî lo apo, genim hûrbûn êvdalo
Qimil hatî lo apo, bi refa ye rebeno
Xwar genimî lo apo, hiştî qâye rebeno
(...) „
Helbesta Qimil, Li Enqerê atmosfereke metaforik derxiste holê.
Ji bilî wê di hejmartina şeniya Tirkiyê ji sala 1950î de, ji % 15an zêdetir ji şêniya Tirkiyê got, „zimanê min yê zikmakî kurdî“ ye. Ev yek, di dilê Enqerê de bisteke sorkirî bû.
Li ser daxwaza desthilatdariya Adnan Menderes û Celala Bayar MÎTa Tirkiyê, raporek amade kir û navê 1000, yan jî 2500 kurdên ku werin sirgun kirin (tenkîl) pêniyaz kir.
Hingî, serokê çeteyên li dijî gelê Rum komkujî dikirin Celal Bayar, gotina navdar “em hezar kurdî daleqînin” bikaranî. Lê bi mudaxeleya Adnan Menderes û wezîrê karên derve Fatîn Ruştu Zorlu, hezmar dakete 50 kesî. Ev bûyer jî weke paranoya qedîm ya tirkîtiyê kete dîrokê. Di encama êşkencê de, xwendekarê pola dawî ya zanîngeha huquq Mehmet Emîn Batû, jiyaan xwe ji dest da. Lê di raporên dewletê de, ji xwîna çûye zikê wî jiyana xwe ji dest daye. Di wê demê de, Komîteya Yekîtiya Neteweyî a darbeya 1960î, “Sazkirina Desthilatdariya Kurdistanê” avête holê. Çapemeniya tirk jî, bi îdeolojiya nazîzma tirkîtiyê, bi manşêtên mezin nûçeyên derbarê; “kurê Şêx Seîd bi Jeepa Rusî, li Kurdistanê digere û karûxebatên kurdîtiyê dimeşîne.” Weşandin. Bi gotina jeepa rusî, bi milkuliya kurdîtiyê re, milkuliya komunîzmê jî diavêtin ser kurdan. Mîna Kekê Musa Anter digot, çepgirên tirk bi yek milkuliyê têne giritn, yê kurdan bi du milkuliyan, yek komunist, yek jî kurdîtî... Bi vê pêwanê, girtina 50 xwendekarên kurd bes n hate dîtin; bi behaneya “dixwazin Kurdistana serbixwe ava bikin” 485 serokên eşîrên kurd berdest kirin û li Sêwasê-Xerpêtê di kampa eskerî de dîlgirtin. Xerpêt, wargehê dîlgirtina kurdan e, di sala 1914an de jî, rewşenbîr, axa, pêşengên gelê kurd li Xerpêtê dîl hatin girtin. Ji sedema li dijî Fermana Suryaniyan derketin, 6 pêêşengên mala Osman jî, li Midyadê hatin girtin û li Xerpêtê dîlgirtin. Hemedê Hesenê Haco li wir mir. Piştî vê kurte bûyera drametîk em werin ser rastiyeke din: Li ser kampa Sêwasê, 2 pirtûk hatine nivîsandin. Yek pirtûka Nevzat Çîçek e, „Rûdêna Din ya 27ê Gulanê Kampa Sêwasê“ye û ji aliyê weşanxaneya „Lagîn“ ve hatiye weşandin. Hemberî ku, sedemên dîl-girtina lîderên kurd, bi awayekî kûr û berfireh ne hatiye destnîşan kirin jî, gelek ratsî anîne ziman. Aliyê êşkencê, zext û zora fizîkî û psîkolojîk vegotiye. Lê, derbarê serokê PDK-Tirkiyê sucdariya Faik Bucak û Hasan Oral sazkirinaa artêşekê hebû. Ev mijar gelek caran kete rojevê û di dadgehê de weke xala sereke derkete pêş jî, di pirtûka Nevzat Çîçek de, bi terahî cih ne girtiye. Aliyê siyasî û dîrokî hatiye berteref kirin. Pirtûka duyemîn jî, ya Galîp Ensarîoglu ye. Galîp Ensarîoglu, bi wajî kirina rastiyan dest bi nivîsandina pirtûka xwe kiriye û tevahiya pirtûka xwe di çarçoveya îdeolojiya fermî de nivîsî ye. Di encamê de, ji dîlgirtiyên kurd yên di kampa Xerpêtê de, 55 axa û şêxên kurd jî hatin sirgun kirin.
Dewleta Tirk, bavê wan jî, kalikê wan jî bikujer, firaza kurêdn dewşrime ji zîwan, dasî safîî nabe. Her dem QIMIL jî, maşot jî wê hebe. Aaaaa niha jî, piştî şerê 40 salî ku li bakurê Kurdistanê „defacto“yek, bi têkoşîna geld erketiye holêm, tabû hatine şikandin, kelih û bircikên nazîzma tirkîtî hatine hêrivandin jî, rewş ne hatiye guhertin.
Dewşirme teva tovê waweyle ne!... Galip Ensarîoglu jî wê bexilî û bextreşiyê dijî!...
Li Tirkiyê demjiyanên organîze
Kurdê mirî jî, ji çepel û dewşirmeyên kurd ku bi mîzêna nazîzma tirkî haraket dikin baştir in. Em di rojên pîroz kirina cejna zimanê kurdî de ne: QIMIL, jî navê helbesta Kekê Musa Anter e û damxeya xwe li demjiyaneke organîzekirî ya Komara Tikriyê daye.