Bi serkêşiya Chalak Eventsê û bi hevkariya Acmos, RetròScena û Comitato Salvagenteyê li bajarê Torîno yê Îtalyayê festîvala mihrîcana bi navê “Mihrîcana Derbirrîna Kurdî / Çanda Bêsînor (Cultural Sconfinate)” çêdibe.
Festîvala ku Înstîtuya Kurdî ya Parîsê jî destekê didiyê wê 10, 11, 12 û 13´ê Nîsanê li dar bikeve. Beşdarên vê festîvalê mûzîkjen, akademîsyen, şanoger û nivîskarên Kurd ên navdar in; Ozlem Belçim Galîp, Fatma Savci, Yelda Abbasî, Ganî Mîrzo, Kawa Nemir, Mîrza Metîn, Bextiyar Elî û Engin Sustam.
Yek ji amadekarên festîvalê Tofan Sunbulî derheqê festîvalê de ji Murad Bayram ê Bîanet Kurdî re peyivî. Tofan Sunbul dibêje, haziriya vê festîvalê eve, nêzîkî 8 mehan e, dewam dike û armanca wan wekî Chalak Eventsê ew e ku ew Kurdan li cihanê bidin nasîn, Îtalya gaveke mezin e ji bo vê armanca wan. Tofan Sunbul di heman hevpeyvîna xwe de dibêje, piştî festîvala li Torînoyê ew ê hewl bidin ku li welatên din jî mihrîcanan li dar bixin. Her wisa ew ê hewl bidin ku festîvala Torinoyê jî her sal di meha Nîsanê de bi hunermendên Kurd re li dar bixin.
Chalak Events
Chalak Events, pêrar di meha Îlonê de bi destê 5 xwendekarên zanîngehên Stenbolê ve wekî platformeke çandî û hunerî li Stenbolê hatibû avakirin. Heta niha çalakiyên cur bi cur çêkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN