Welatiyê Dêrika Rojava Mihemed Ehmed, ku penaber bûye, anî ziman ku zivistan nêzîk dibe û ji ber rewşa aboriya wan nebaş e nikarin debara xwe bikin. Mihemed Ehmed ku beriya were Stenbolê li Dêrikê dima û li wir karê terzîtiyê dikir, anî ziman ku ji bo debara malbata xwe pêk bîne hatiye Stenbolê û wiha got: “Ez naxwazim malbata min ji welat derkeve. Jixwe ne ji xebatê bûya, ez jî ji welat dernediketim.” Ehmed, anî ziman ku di wê malê de ku wan li Stenbolê ji xwe re kirê kiriye hin caran tevî 7-8 kesan dimînin û wiha axivî: “Jiyana min li welat xweştir bû. “
‘Elektrîk, av û sobe buha ne’
Ehmed, destnîşan kir ku li Stenbolê debar gelek zehmet e û wiha lê zêde kir: “Hinek kes bi heqê mesrefatên xwe jî li vir naşuxilin. Ez jî li vir di tekstîlê de dixebitim. Tu kes alîkariya me nake, tu kesî dest nedaye me. Li vê derê ceryan, av, sobe gelek giran in. Ên li vê derê dixebitin nikarin van tiştan jî pêk bîne. Em bi xwe hema xwe diqedînin, bi bataniyan, bi tiştên wisa îdare dikin. Heya ev zivistan biqede Xwedê mezin e. Me sala par wisa borandibû.” Ehmed, destnîşan kir ku ew ji mecburî li Stenbolê dimînin û wiha axivî: “Hûn dibinin ev mal tenê odeyek e, xweyiyê malê 350 lîra kirê ji me distîne. Û bi Xwedê heya vê 350 lîrayê ji me distîne, serê me dixe 10 teşqeleyan. “
‘Em ji ber zextê reviyan’
Welatiya ji Amûdê ya bi navê Sekîna Neîf Elî jî anî ziman ku ew ji Amûda rengîn a Rojava ye û wiha got: “Ji ber zilm û zora rejîma Esad reviyane û hatine Stenbolê. Rewşa me li Amûdê nebaş bû. Ceryan û ava me tune bû. Kurê min rastî zext û pêkutuyên rejîma Baasê hat. Li wê derê wan ji kurê min Mistefa re digot Apocî ye. Gelek caran kurê min hat girtin û rastî îşkenceyên wan dihat. Hema dibêje dayê ez heqê kirê derxim.”
9 kes li malekê dimînin
Eliyê destnîşan kir ku ew 9 kes li malekê dimînin, ji bo malê 500 lîra kirê didin û wiha berdewam kir: “Ev jî ji bo me hat erzankirin. Rewşa me ya li vir nebaş e. ”
DÎHA /STENBOL