Hevseroka HDP'ê Sebahat Tuncel pêvajoya ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin bi bîrxist, polîtîkayên AKP'ê rexne kir û got: "em naxwazin kesek jiyana xwe ji dest bide. Gel dixwaze bi çand û ziman û rûmeta xwe bijîn." Tuncel da zanîn ku ji bo aştiyê îradeyek lazim e, divê di fikir û ruh de aştî bê qebûlkirin, gelê Kurd ji bo aştiyê îradeya xwe diyar kiriye û niha dora dewletê ye û wiha pê de çû: "Çima hêj qereqol tên çêkirin? Saziyên mafên mirovan der barê mijarê rapor amadekirin û di raporê de dihat gotin ku 341 îhaleya qereqolan hatiye dayîn. Eger aştî pêk werê çima qereqol û bendavan çêdikin?"
Paçê hevserokê Giştî yê HDP'ê Ertugrul Kurkçu axivî "li Licê li dijî gel komkujî pêk hatiye, gule berî gelê sivîl dan. Gelê Licê dibêje ev qereqol li hember min tê çêkirin, çênekin." Kurkçu got, bi alê jî komkujiyên li dijî gel nikarin werin nixumandin.
AMED