Pêşketina teknolojiyê herçiqas jiyanê hêsantir bike jî, gorî şêwazê bikaranînê dikane pirr tiştan xirab bike an ji holê rake jî...
Îro navgînên ragihandinê înternet, facebook û twîtter gihîştine heta gundan. Ne tenê bi kompûterê êdî bi telefon, iphone, ipad û hwd jî name û mesaj têne nivîsandin. Herwiha pirtûk jî êdî bi van hacetan têne xwendin. Ne tenê sewa ragihandinê, êdî mirov dema li cihekî bi hev re qehweyekê vexwe an xwarinekê bixwe jî telefon an jî iphone ji destan nakevin. Diyalog, guftûgokirin, sohbet û muhbet her ku diçe sar dibin û maneya wan wenda dibe...
Çend mehan berê min jî ji xwe re adresekî facebookê vekir. Di demeke kurt de bi dehan kesên ji gund û eşîra me û yên ku min û malbata me nas dikin bi min re di facebookê de bûne heval. Paşnavên wan bi min re mîna yên nas werin jî, piraniya wan ez nasnakim. Hinek ji wan li gund, hinek li Dîlok û Bazarcixê, hinek li Ewropayê hinek jî li Japonya û Awustralyayê dijîn.
Ez ditirsim adresê xwe yê facebookê vekim. Car caran ji mereqê vedikim; ji nişkeva yek bi min re têkîliyê datîne û bi Tirkî; “halîl abî nasilsin?” (Keko Xelîl çawa ye?) dinivîse. Ez bi Kurdî dipirsim; “tu kî ye?” Wê çaxê xwe dide nasandin, lê dîsa bi Tirkî; ên li gund û bajaran dijîn, tev...
Ne tenê yên li gund, ev ciwanên ku niha li welatên bi hezaran kîlometre ji gundên xwe, ji Kurdistanê dûr dijîn, berê bi hevdu re tenê bi Kurdî deng dikirin. Hinek ji wan dema li gund bûn bi Tirkî nedizanîn, neçûbûn dibistanên Tirkî jî. Lê niha li welatên xerîbiyê bi riya înternetê tenê bi Tirkî dinivîsin, bi hevdu re bi Tirkî xeber didin. Mirov ji xwe re dibêje; qey înternet nebûya belkî jî îro wana bi Tirkî nedizanîn!..
Helbet li vir mijar ne zanîna zimanê Tirkî ye û sûcdar jî ne ew e û ne jî înternet e. Sucdar ên ku zimanê Kurdan di devê wan de kirine wek agir in.
Nasname û zimanê dewletê bi xwe Tirkî ye. Şaristanî û teknolojiya dewlet bi pêş dixe bi Tirkî ye. Jiyana ku dewlet saz dike jî tev bi Tirkî ye. Di jiyana ku dewlet bi nasnavê Tirkî û zimanê Tirkî saz dike de tu şun ji Kurdî û Kurdan re jî tune ye...
Ji ber ku Kurdî qedexe ye û di dibistanê de ders ne bi Kurdî ne, yanî ji bo Kurdan perwerdeya bi zimanê dayikê tune ye; zar û zêçên Kurdan bi Kurdî nikanin binivîsin, her ku diçe bi Kurdî deng jî nakin û di dawiyê de jî îro li ser înternetê hevdu asîmîle dikin...
Bi zimanê modern ji vî halî re dibêjin otoasîmilasyon, yanî xwe bi xwe asîmîlekirin!..
Ji ber ku jiyana modern bi destê Kurdan nehatiye sazkirin, zimanê jiyana modern û navgînên modern jî ne bi Kurdî ye. Beramberê vê yekê tiştê herî balkêş jî gorî ciwanên Kurd qey înternet bi Kurdî nizane!..
Li van çaxan helbet bêyî dibistan û perwerdeyê zindîmayîn û pêşketina zimanekî ne mimkûn e. Bêyî statû û perwerdeyê sibêroja zimanê Kurdî jî tune ye.
Heta ku ev mesele nekeve rê û sibêroja zimanê Kurdî bi makezagonê neyê garantîkirin, vegotinên derbarê çareseriya pirsgirêka Kurdî jî wê ji gotinên pûç û vala wêdetir neyên tu maneyê.
Herwiha li hinda polîtîkayên dewletê yên asîmîlasyonê, divê tedbîrên ji bo sekinandina otoasîmîlasyonê, bi taybetî jî ya bi riya înternetê jî werin girtin. Divê neyê jibîrkirin ku; înternet bi Kurdî jî dizane!
Ma înternet bi Kurdî nizane?
Rêxistina Çand û Zanistê ya Yekîtiya Neteweyan (UNESCO) ji bo zindîmayîn û pêşketina zimanan balê dikşîne ser xwendin û nivîsandinê. UNESCO mijara îsal a ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî jî wek “gihîştina pirtûk û çapemeniya dîjîtal a bi zimanên herêmî” daye diyarkirin.