Yilmaz Bayet ku xwest rêxistina BDP'a Uçocaka navçeya Aricaka Elezîzê îmze avêt bin destpêkekê. Bayet ku derî bi derî digere û dixwaze avahiyekî wekî cihê BDP'a bajarokê îmze bike lê bi hincetên ji rêzê paşve tê vegerandin, wekî çareya dawî beşek malak xwe kir BDP'a bajarokê. Bayet BDP'iyên ku tên bajarokê li vê beşa mala xwe pêşwazî dike. Bayet ku tabelaya BDP'a bajarokê li şaneşîna mala xwe vekiriye di heman demê de wekî serokê BDP'a bajarokê jî kar dimeşîne. Beşek mala Bayet wekî BDP'a bajarokê û beşa din jî ji bo hevser û 7 zarokên wî hatiye veqetandin.
Bayet diyar kir ku li bajaroka 1200 şêniyên wê hene demeke dirêj e bi hevalên xwe re dixwazin rêxistina BDP'a bajarokê saz bikin û got; "4 meh beriya niha xiyalên min bicih hatin. Bi sazkirina BDP'a bajarokê mirovên ku berê bitirs nêzî BDP'ê dibûn niha xwedî lê derdikevin. Piştî ku jenderme bihîst li bajarokê dê BDP bê avakirin gef li şêniyên bajarokê xwarin. Yek bi yek gazî mirovan kirin û nêrînên wan pirsîn. Gazî min jî kirin. Wekî ku min rêxistineke nû ava kiriye nîşan dan. Ji min pirsa; 'Te çima biryareke bi vî rengî girt?, Te ev nêrîn ji kû derê girt?' ji min pirsîn. Min jî ji wan re got, 'BDP partiyeke rewa ye, ji ber mafên me diparêze ez diecibînim.'"
Bayet anî ziman ku leşkera jê re gotine 'tu dê tenê bimînî, demên zehmet bijî, zirar bibînî, tu feyde nadî' û wiha axivî: "Jendermeyan çend caran gazî min kirin û çûm qereqolê. Min ji wan re jî got, dibe ku bêbextiyê li min bikin lê tu bersiva min nedan. Ez natirsim. Niha 3 rêvebir û 10 xebatkarên partiya me hene." 

DÎHA/ELEZÎZ