FIRAZ BARAN / CENEVRE

Li Kurdistanê hin malbat hene ku bi serê xwe çanda me diparêzin. Mesela li Ermenistanê Malbata Celîl wisa ye. Bavekî û sê zarokên wî dused kitêb nivîsandin. Kitêb hemû jî li ser wêje, folklor û dîroka Kurdan in.

Li deşta Mûşê jî malbata dengbêj Huseyno kilam, stran û destanên Kurdî parastin. Dengbêj Huseyno bi tevî zarok, nevî û biraziyên xwe bi sedan stran û destanên bi Kurdî qeyd kirin. Hunermend Rêber, lawê dengbêj Huseyno ye. Rêber wekî her sal, îsal jî tevlî meşa ji Cenevre ber bi Strasbourgê ve bû. Em li ser malbat û xebatên wî, bi Rêber re peyivîn.

Dengbêj û stranbêjên malbata we kî ne?

Dayîka bavê min Husna, dengbêj bûye. Bavê min dengê xwe ji dayîka xwe digire. Bavê min Huseynoyê Mûşî, dengbêjekî naskiriye. Birayê min Cahîdo jî dengbêj e. Min 35 salan kilam gotin. Delîl Dîlanar neviyê apê min Xalid e. Kurapê min Şemsedîn, kilaman dibêje. Dîsa xwişka min Çîçeg û keça min Rojda Biter jî stranbêj in.

   

Bi giştî bavê te Huseynoyê Mûşî çiqas kilam, stran û destan qeyd kirine?

Bavê min bi profesonelî kilam qeyd nekirin. Di nav civatê de wî kilam digotin. Hezkiriyên wî jî qeyd dikirin. Tenê li cem min 250 kilam hene. Min dused kilam dane Cewad Merwanî. Hevalê Cewad dixwaze di kitêbekê de biweşîne. Bavê min kilamên dengbêj Ferzê, Evdalê Zeynîkê û Fêrîkê Borîzan gotin. Ferzê û Fêrîk ji Mûşê ne. Dîsa kilamên xwe jî hene û ew jî gotine. Mînak, herî kem bîst kilam li ser dayîka min gotine. Navê dayîka min Dîlber e. Herî kem di bîst kilamên bavê min de navê Dîlber derbas dibe. Evîndarê diya min bûye. Ji hev du hez kirine û zevicîne. Loma jî di kilamên bavê min de navê diya min gelek caran derbas dibe.

Kîjan endamên malbatê kaset derxistin?

Di sala 1997ʼan de bû. Birayê min Cahîdo li Stenbolê ket studyoyê. Dehê nîvro hetanî yekê şevê bê navber kilam gotin. 12 kaset kilam tijê kirin. Di heman salê de 12 kaset jî derketin. Navê kasetan jî wisane: Cahîdo 1, Cahîdo 2, heta bi Cahîdo 12ʼê. Piştî wê, li Mûşê jî sê kaset derxistin. Bi giştî 15 kaset jî bi temamî dengbêjî ne. Kilam hemû jî bi Kurmancî ne. Cahîdo mezinê min e û di sala 1960ʼan de ji dayîk bû. Îro li gund dimîne. Navê gundê me Orginosê ye. Girêdayî navenda Mûşê ye.

Delîl Dîlanar neviyê apê me ye û kasetên xwe hene.

Malbatê me de dîsa du kurên Cahîdo jî kilaman dibêjin: Îsmaîl û Îsrafîl. Îbrahim, kurê birayê min Behçet e. Nazdar keça birayê min Cewdet e. Ew jî kilaman dibêjin. Kesata wan tineye, lê li bajarê Mûşê ten naskirin.

Ma tu jî ji malê yî, te kîjan xebat kirine?

Ez di sala 1970ʼyî de li gundê Orginosê ji dayîk bûm. Ez 13 salî bûm, min dest pê kir li dawetan mûzîk kir. 35 salan ez li nav dawetan bûm. Yekemîn gruba muzîkê li Mûşê, ya min bû. Ez li zirne, bilûr û tembûrê dixim. Tenê kasetekê min derket. Navê xwe, “Ez pîr im, dil pîr nabe” ye. Li Stenbolê derketîbû. Çar keç, çar kur, heşt zarokên min hene. Keça min Rojda Biter jî kilaman dibêje. Di 12 saliya xwe de di pêşbirkeke li Stenbolê bû yekemîn. Wê çaxê 12 salî bû. Peşkeşvanên pêşbirkê Erol Evgin û Pinar Altun bûn.

Li gorî te dengbêjî çi ye? Bavê te di nav civatê de bi rolekê çawa radibû?

Li Mûşê belkî sed dengbêj hene. Lê çar-pênc kesan barê dengbêjiyê rakir. Ew kî ne? Reso, Zahiro, bavê min, Hacî Sidîq, Cahîdo û Ferzê ne. Dengbêj ew e ku bi saetan jî bêje, detone nabe. Dîsa mevanên xwe jî kem nabin. Dayîka min gelek caran bûye ku di rojekê de du caran tenûr pêxistiye. Yek jî, di pirsgirekên ciwakî de bang li bavê min dikirin. Pirsgirek çareser dikirin. Bavê min giredayî zimanê xwe û çanda Kurdî bû. Te bîra min rojekê Radyoya Erziromê xwest ku bavê min kilamên bi Tirkî bibêje û xwestin gelek pere jî bidin. Lê bavê min ji berpirsiyarê radyoyê re got, “Tu dinyayê tev min de, ez Tirkî nabêjim.” Bavê di 8ʼê Nîsana 2001ʼê de li gund wefat kir. Mezelê xwe li gund e.